QSD`ê li Hecînê hezar sivîlên din rizgar kirin

Şervanên QSD`ê li herêmên El-Baxoz, El-Sûse û Hecînê di qonaxa Şerê Tunekirina Terorê de hezar sivîl ku jê 700 jin û zarok in, rizgar kirin.

QSD`ê li Hecînê hezar sivîlên din rizgar kirin
QSD`ê li Hecînê hezar sivîlên din rizgar kirin
QSD`ê li Hecînê hezar sivîlên din rizgar kirin
22 ÇILE, 2019   11:12

DÊRAZOR

Qonaxa dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê li dijî çeteyên DAIŞ`ê li baregehên wan ên dawîn bi hemû hêza xwe dewam dike.

Şervanên QSD`ê nêzî hezar sivîl ku ji wan 700 jin û zarok in, ji herêmên El-Baxoz û El-Sûse piştî ku korîdorên ewle vekirin, rizgar kirin.

Şervanên QSD`ê duh jî nêzî hezar û 600 sivîlên din li herêmên El-Baxoz, El-Şefaa û El-Sûse rizgar kirin.

Nûçegihanê ajansa me ragihand ku tevgera koçberiyê ber bi herêmên ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatine rizgarkirin ve, didome.

(bx)

ANHA