Îsraîl li dijî Îranê di beramberiya vekirî de ye

Îsraîlê ragihand ku ew li dijî Îranê di Sûriyê de ketine beramberiyeke eşkere û vekirî û da zanîn ku eger pêwîst be ew ê vê beramberiyê bilind bikin.

Îsraîl li dijî Îranê di beramberiya vekirî de ye
21 ÇILE, 2019   11:26

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê îstixbarat û veguheztinê yê Îsraîlê Yisrael Katz got ku welatê wî li dijî Îranê di Sûriyê de ketiye beramberiyeke eşkere û vekirî û ew ê rê nedin ku Îran hebûna xwe li Sûriyê biçespîne.

Her wiha Katz da zanîn ku eger pêwîst be Îsraîl amade ye ku vê beramberiyê geş bike û ne dûr e ku welatê wî ji bo ku nehêle Îran desthilatdariya xwe li Sûriyê bi hêz bike, hewldanên mezintir nîşan bide.

Katz di hevpeyvîneke bi radyoya artêşa Îsraîlê re got: “Siyaseta me hate guhertin, em bi  Îranê re di beramberiyeke vekirî de ne, eger pêwîst be em ê vê beramberiyê bilind bikin.”

Katz diyar kir ku êrîşa artêşa Îsraîlê li dijî baregehên Îranê nameyeke eşkere bû ji Qasim Silêmanî fermandarê Feyleq El-Quds re.

Her wiha tekez kir ku ji erdên Sûriyê moşekek ber bi devereke bakurê girên Golanê ve hate avêtin û "Qubeya Hesinî" ya Îsraîlê pêşî lê girt.

(k)