Îsraîl: Me leşkerên Rûsyayê têkildarî êrîşan agahdar kirin

Îsraîlê îro got di dema êrîşên li ser herêmên li Sûriyê de ew bi rêya xeta telefonê bi leşkerên Rûsyayê re ketine nava têkiliyan.

Îsraîl: Me leşkerên Rûsyayê têkildarî êrîşan agahdar kirin
21 ÇILE, 2019   10:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê Conasan Konreks diyar kir ku artêşê bi rêya telefonê bi hevalbendên ji leşkerên Rûs re ketin nava têkiliyan.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de wiha got: "Artêşa parastina Îsraîlê îro êvarê (duh) nuqteyên Feyleq El-Quds a Îranê di hundirê xaka Sûriyê de hedef girtin. Me hişyarî da artêşa parastina rejîma Sûriyê ku hewl nede bikeve xaka Îsraîlê."

Rûsyayê da zanîn ku di êrîşa Îsraîlê de 4 leşkerên rejîmê hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.