Di berxwedana welat de malbateke fedaî

Her du birayên şervanên YPG'ê Serbest û Idrîs Cafer tê gihîştin ku rêya tekane ya parastina taxê û şêniyên wê berxwedan e. Ji ber wê jî bi berxwedaneke mezin tev li şerên parastina taxê bûn û birîndar bûn, zarokên wan rêya bavên xwe şopand û rêya berxwedanê hilbijart.

Di berxwedana welat de malbateke fedaî
21 ÇILE, 2019   09:28

EHMED REŞÎD / HELEB

Gelên taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî wekî hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li hember çeteyên terorîst serî hilda.

Di destpêka sala 2012'an de bi destpêkirina şer anku bi navê serhildan dihat naskirin, şêniyên taxê xwe bi rêxistin kirin li derdora taxê, li ser rêyên sereke yên taxê bendên kontrolê danîn û nobedariya taxê kirin.

Roj bi roj êrîşên li ser taxê zêde dibûn. Wekî hemû ciwanên taxê, du bira Serbest û Idrîs Cafer jî sînga xwe da êrîşên çeteyan û tev li berxwedanê bûn. Malbata Serbest û Idrîs ji gundê Hec Xelîl ê girêdayî herêma Reco ya kantona Efrînê ye û malbateke welatparêz e. Serbest û Idrîs li taxa Şêxmeqsûd mezin dibin.

Idrîs di sala 1974'an de ji dayik bûye û bavê 4 zarokan e. Serbest jî di sala 1971'an de ji dayik bûye û bavê 6 zarokan e.

Her du bira di destpêka bûyerên 2012'an de tev li nava refên parastina taxê dibin û bi gelê taxê re xwe bi rêxistin dikin.

Li ser şopa bavê xwe meşiyan

Kurê mezin Serbest endamekî Tevgera Ciwanên Şoreşger bû. Piştî ku bav û apê wî tev li refên YPG’ê dibin, bandor li wî jî dibe û dixwaze tev li YPG’ê bibe û di sala 2015’an de tev li refên YPG’ê dibe. Keçeke Serbest jî piştî birayê xwe tev li refên YPJ’ê dibe û tev li gelek şerên taxê dibe.

Di dema êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî Efrînê de kurê Serbest yê biçûk Xebat (22) dixwaze tev li YPG’ê bibe. Lê ji ber ku gelek endamên malbatê tev lê bûne, YPG’ê biryara wî nepejirand. Lê dîsa jî ji ber israra xwe di dawiyê de tev li YPG’ê bû.

Şervan Xebat wiha qala bavê xwe û berxwedana taxê dike: “Ev rêya ku bavê min hilbijartiye rêya rast e. Tax rastî gelek êrîş û topbaranê dihat. Lê em bi israra xwe li hember êrîşan sekinîn. Ji ber ku eger me taxa xwe neparast, kesekî ji me re nediparast.”

Di heman salê de birîndar bûn

Di sala 2016'an de dema êrîşên çeteyan li ser taxê dijwar dibin, Serbest tevî kurê xwe Xebat, li kolanên El-Minasif ên Şêxmeqsûd û Seken El-Şebabî cihê xwe di eniyên pêş de digirin. Di encama topbarana dijwar de Serbest ji zikê xwe bi guleyekî birîndar dibe.

Xebat piştî birîndarbûna bavê xwe, bi israreke mezintir li hember êrîşan sekinî û di eniyên herî pêş de li ber xwe da. Piştî demekê ew jî ji milê xwe yê çepê birîndar dibe.

Idrîs jî di nuqteyên pêşîn de bi bermahiyên fuzeyan ji milê xwe birîndar dibe.

‘Em ji biryarên xwe ne poşman in’

Şervan Serbest ku 3  zarokên wî di nava YPG’ê de ne, dibêje ew rêya azadiyê li pêşiya zarokên xwe nagire û wiha didomand: “Divê zarokên min xak û rûmeta xwe biparêzin. Tu rev ji mirinê tune ye, lê mirina di rêya parastina welat de bi şereftir e. Ev roj ji bo min mîna xewnekê bû ji ber wê ez dest ji vê rêyê bernadim.”

Şervan Serbest herî dawî dibeje ku ew li ser soza xwe ya ji bo parastina tax û şêniyan e û her çi qas berdêlên wê giran jî bin, dê tu car poşman nebe.

Şervan Idrîs ê bi nasnav Zagros Efrîn jî wiha qala berxwedanê dike: “Em tê gihîştin ku taxa me ji êrîşan nafilite, ji ber wê em tev li tîma parastinê bûn. Me taxa xwe parast û diparêzin.”

(şx/bm)

ANHA