HPG’ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir

HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên ku di Mijdara 2018’an de li herêmên Avaşîn û Heftanînê şehîd bûne eşkere kir û wiha got: “Em ê li bîranîna wan xwedî derkevin û ala wan bigihînin asta serkeftinê.”

HPG’ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir
HPG’ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir
HPG’ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir
HPG’ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir
HPG’ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir
HPG’ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir
21 ÇILE, 2019   09:39

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şehadeta 5 gerîlayên di 17 û 19'ê Mijdara 2018'an de, li herêmên Avaşîn û Heftenînê  şehîd bûne, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Şehîdên Heftanînê

Di daxuyaniyê de hate gotin, "17'ê Mijdara 2018'an, ji ber êrîşa hewayî artêşa TC a dagirker a li ser herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, hevrêyên me Aso Kelar, Fedakar Diyadîn û Şoreş Kiçî şehîd bûn."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

*****

Nasnav: Aso Kelar

Nav paşnav: Aso Suleyman Salîh Cebbar

Cihê jidayikbûnê: Kelar

Navê dayikê: Xewle

Navê bav: Suleyman

Cih û dîroka şahedetê: 17'ê Mijdara 2018'an / Heftanîn

*****

Nasnav: Fedakar Diyadîn

Nav paşnav: Cezmî Gurses

Cihê jidayikbûbûnê: Agirî

Navê dayikê: Nafya

Navê bav: Cemal

Cih û dîroka şehadete: 17'ê Mijdara 2018'an / Heftanîn

*****

Nasnav: Şoreşger Kiçî

Nav paşnav: Firat Babat

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Navê dayîkê: Fatma

Navê bav: Hamît

Cih û dîroka şehadetê: 17'ê Mijdara 2018'an / Heftanîn

*****

Şehîdên Avaşînê

Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin: "Di daxuyaniya xwe ya 20'ê Mijdara 2018'an de me ragihandibûn ku ji ber êrîşa hewayî artêşa TC a dagirker a 19'ê Mijdarê li herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, hevalên me Firat Kandîl û Siyabend Farqîn şehîd bûne. Em niha agahiyên berfireh ên li ser nasnameya şehîdan eşkere dikin."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdên herêma Avaşînê wiha ye:

*****

Nasnav: Firat Kandîl

Nav paşnav: Abdulbas Ahmet Mûstafa

Cihê jidayikbûnê: Hewlêr

Navê dayikê: Xatûn

Navê bav: Ahmed Mûstafa

Cih û dîroka  şehadetê: 19'ê Mijdara 2018'an / Avaşîn

*****

Nasnav: Siyabend Farqîn

Nav paşnav: Fahrettîn Şen

Cihê jidayikbûnê: Amed

Navê dayîkê: Hatûn

Navê bav: Seyfettîn

Cih û dîroka şahedetê: 19'ê Mijdara 2018'an / Avaşîn

'Em ê ala wan bigihînin asta serkeftinê’

Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye;

"Her pênç hevrêyên me ku ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêber Apo û pêkhatina azadiya gelê me tevlî nava refên têkoşîna şoreşê bûn, bi fedakarî û kedkarî timî xwestin li refên pêş bin û bi vî rengî bi erkê xwe yê demê rabûn. Ev hevrêyên me yên hêja xwestin di bîrdoziya jiyana a azad a Rêber Apo de xwe kûr û şareza bikin û berpirsyariyên girîng ji me re hiştin. Li dijî sîstema qirêj a ku dixwaze gelê me di warê fikir û ruhî de ji hev parçe bike, ev her pênc hevrêyên me bûn sembola yekîtî û têkoşînê. Bi bilindkirina ala azadiyê ku wan radestî me kirine, em dikarin xwedî li bîranînên wan derkervin. Li ser vê bingehê, destpêkê malbatên me yên hêja yên şehîdan bila serê gelê me yê welatparêz sax be û em soz didin ku em ê ala azadiyê ya wan radestî me kirin bigihînin asta serketinê. Em bang li ciwanên Kurdistanê yên welatparêz dikin ku li ser şopa Aso, Fedakar, Şoreşger, Firat û Siyabendan refên gerîla xurtir bikin û xwedî li bîranîna şehîdan derkevin."