Her tiştê xwe firot da ku zarokên xwe tedawî bike

Her tiştê xwe firot da ku zarokên xwe yên astengdar tedawî bike. Mihemed El-Qalit piştî ku kal bûye, jiyan lê dijwartir bûye, ji ber ku êdî nikare bixebite û bang li rêxistinên mirovî û xêrxwazan kir.

Her tiştê xwe firot da ku zarokên xwe tedawî bike
Her tiştê xwe firot da ku zarokên xwe tedawî bike
21 ÇILE, 2019   09:12

XALID EL-CUME / REQA

Mihemed El-Qalit bavê 3 zarokên astengdar e, êdî kal bûye û gihîştiye 54 saliyê lê dîsa jî xizmeta zarokên xwe dike. Rewşa xwe ya aborî ne baş e, îhtiyaca wî bi alîkariya rêxistinên mirovî û xêrxwaz heye.

Malbata El-Qalit ji 8 kesan pêk tê, 3 jê pûçbûna mêjî ji jidayikbûnê ve pê re heye; Ehmed (21), Ebdilmecîd (12) û Emar (8) nikarin bilivin, berê wan hemûyan li dê û bavên wan e.

Mihemed ê ji gundê El-Xeyala Rojava yê rojavayê bajarê Reqayê, di maleke biçûk de rûdinin, zeviyeke wî ya 2 hektar hebû, ji bo tedawiya zarokên xwe firot û li gorî axaftina wî niha tişt li gel wî tune ye.

El-Qalit ji Ajansa me ANHA’yê re destnîşan kir ku her tiştê di dest xwe de firot, ji bo zarokên xwe tedawî bike û wiha got: "Min tu bijîşk di warê astenigiyê de nehiştin, lê nexweşiya wan tedawî nebû."   

El-Qalit bang li rêxistinên mirovî û xêrxwazan kir ku alîkariyê bidinê û wiha got: "Rewşa min a aborî nahêle hemû dermanan ji bo zarokên xwe bînim, ez bang li rêxistinên mirovî, alîkarî û xwediyên xêran dikim da ku alîkariyê bidin min."

(dh)

ANHA