Di bombebarana Îsraîlê de 4 leşkerên Sûriyê hatin kuştin

Rejîma Sûriyê ragihand ku berevaniya wan a asmanî bersiva êrîşên Îsraîlê da. Her wiha Wezareta Parastinê ya Rûsyayê eşkere kir ku 4 leşkerên Sûriyê hatin kuştin û 6 kes di bombebarana Îsraîlê de birîndar bûn.

Di bombebarana Îsraîlê de 4 leşkerên Sûriyê hatin kuştin
21 ÇILE, 2019   08:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyeke leşkerî ji ajansa Sana ya rejîmê re diyar kir ku îro serê sibehê seat di 01:10’an de Îsraîlê bi moşekan êrîş kir.

Ajansê her wiha diyar kir ku hêzên parastina asmanî yên Sûriyê bersiva êrîşê da û gelek moşek beriya ku bigihîjin armancên xwe, anîn xwarê.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de teqez kir ku wan êrîşî noqteyên Feyleq El-Quds ên Îranê di Sûriyê de kirine û hişyarî da Şamê ku hewldanên êrîşkirina xak û hêzên Îsraîlê neke.

Li aliyekî din jî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê destnîşan kir ku bombebarana Îsraîlê li derdora balafirxaneya Şamê ya navneteweyî û derdora wê û gundên başûr û başûrê rojava pêk hatiye. Navendê got ku armancên wan gihaştin armanca xwe û cih û depoyên Îran û Hizbullaha Lubnanê kirin hedefa xwe.

Her wiha Wezareta Parastinê ya Rûsyayê da zanîn ku hêzên parastina asmanî yên Sûriyê zêdetirî 30 moşek û bombe anîn xwarê.