Li Dêrazor û Minbice dagirkeriya Tirkiyê hate protestokirin

Li Minbic û gundewarên Dêrazorê dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê ku 20'ê Çileyê sala borî êrîşî Efrînê kir hatin şermezarkirin.

Li Dêrazor û Minbice dagirkeriya Tirkiyê hate protestokirin
Li Dêrazor û Minbice dagirkeriya Tirkiyê hate protestokirin
Li Dêrazor û Minbice dagirkeriya Tirkiyê hate protestokirin
Li Dêrazor û Minbice dagirkeriya Tirkiyê hate protestokirin
Li Dêrazor û Minbice dagirkeriya Tirkiyê hate protestokirin
Li Dêrazor û Minbice dagirkeriya Tirkiyê hate protestokirin
Li Dêrazor û Minbice dagirkeriya Tirkiyê hate protestokirin
Li Dêrazor û Minbice dagirkeriya Tirkiyê hate protestokirin
Li Dêrazor û Minbice dagirkeriya Tirkiyê hate protestokirin
Li Dêrazor û Minbice dagirkeriya Tirkiyê hate protestokirin
20 ÇILE, 2019   18:10

DÊRAZOR

Şêniyên gundewarên Rojhilat û Rojava yên Dêrazorê li ber navenda Meclisa Sivîl a bajarokê Siwerî kom bûn û li dijî êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê meşek orgenîze kir. Şêniyan destwerdana Tirkiyê li Efrînê şermezar kir û piştgiriya şêniyên Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin kirin.

Girseya gel pankartên bi nivîsên 'Bi hev re em ê Efrîn rizgar bikin', 'Yek welat yek gel yek dil', 'Efrîn û Dêrazor yek in', 'Na ji mudexeleya Tirk di Bakurê Sûriyê de', wêneyên şehîdan, alên QSD'ê û alên saziyên sivîl rakirin.

Meş ji ber navenda meclisa bajaroka Siwêr ber bi deriyê ketina bajêr ve destpê kirin. Meşvanan dirêjahiya 3 km meşiyan. Meş li têketina bajarokê veguherî mîtîngê.

Piştî deqeya rêzgirtin bi navên Rêvebriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Riyad El-Hefel, Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê Leyla El-Hesen, Meclisa Jin a Dêrazorê Şehrezad El-Casim axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de berxwedana şêniyên Efrînê di dirêjahiya 58 rojan de li hember duyemîn mezintirîn hêza NATO'yê hate bi bîrxistin. Her wiha mudexeleyên Tirkiyê di xaka Sûriyê de hate şermezarkirin.

Meş bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD'ê û şermezarkirina kiriyarên dagirkeriya Tirk li Efrînê û herêmên din ên Sûriyê bi dawî bû.

MINBIC

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê bi hemam armancê li qada Rêveberiya Sivîl a Demokratîk li navenda bajêr kom bûn û dagirkeriya Tirk şermezar kir.

Girseya gel pankartên bi nivîsên 'Mil bi mil em dagirkeriyê têk bibin' hildan. Li qada çalakiyê wêneyên binpêkirinên hovane yên artêşa Tirk a dagirker der heqê şêniyên Efrînê de tevî talakirinê hatin taliqandin. 

Şêniyan deqeyek rêzgirtin li ser giyana şehîdan sekinîn. Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê hevseroka Meclisa Rêveber Nezîfe Xelo axivî û got: "Roja 20'ê Çileyê di şoreşa biratiya gelan de bû zivirînek da ku bibe destpêka berxwedana Efrînê. Erdogan texmîn kir ku bi pozbilindiya xwe dikare vîna gelan têk bibe. Lê ew bi berxwedana şêniyan matmayî ma."

Paşê bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulsetar Şîkakî axivî êrîş û gefên Tirkiyê ku dem demê radighîne şermezar kir. Her wiha berxwedana serdemê di çarçoveya pêngava duyemîn de silav kir.

Bi navê Meclisa Jin a Minbicê û gundewarê wê berdevka meclisê Ibtîsam Ebdulqadêr axivî û binpêkirinên Tirkiyêl i Efrînê şermezar kir. Ibtîsam tekez kir ku dagirkirina Efrînê lekeyek reş di eniyê mirovahiyê de ye.

Bi navê ciwanên Minbicê Eqîl Cuma şehîdên Efrînê bi bîr anî û wan bi çirûska yekemîn a ku dê dagirkeriya Osmanî bişewtîne wesifand.

Her wiha bi navê Meclisa Leşkerî ya Minbicê berdevkê fermî yê meclisê Şervan Derwîş axivî û tekez kir ku dagirkerî ne tenê Efrîn lê belê welat kir hedef, ji ber ku Efrîn ne bi tenê bû lê belê tevahiya gelê Sûriyê piştgiriya wê kir.

Derwîş wiha domand: "Berxwedan berdewam e. Welat dê li gorî daxwaza gel be ne ku li gorî siyasetên dagirkeriyê be. Çareseriya aloziya Sûriyê di bin banê dagirkeriyê de ne pêkane. Welat her beşek ji xaka Sûriyê istisna nake. Em soz didin ta rizgarkirina tevahiya xaka Sûriyê ji terorê em ê gel biparêzin."

Çalakiya protestoyî bi berzkirina dirûşmeyên şermezarkirina dagirkirina Tirkiyê ji Efrînê û binpêkirinên çeteyên wê bi dawî bû.

(şx)
ANHA