Li Til Hemîs û Girkê Legê bi hezaran ji bo Efrînê li ser piya bû

Şêniyên navçeyên Til Hemîs, Girkê Legê, Til Koçer û Til Birak li dijî dagirkeriya Tirkiyê meşiyan û gotin Efrîn teqez wê rizgar bibe.

Li Til Hemîs û Girkê Legê bi hezaran ji bo Efrînê li ser piya bû
Li Til Hemîs û Girkê Legê bi hezaran ji bo Efrînê li ser piya bû
Li Til Hemîs û Girkê Legê bi hezaran ji bo Efrînê li ser piya bû
Li Til Hemîs û Girkê Legê bi hezaran ji bo Efrînê li ser piya bû
Li Til Hemîs û Girkê Legê bi hezaran ji bo Efrînê li ser piya bû
Li Til Hemîs û Girkê Legê bi hezaran ji bo Efrînê li ser piya bû
Li Til Hemîs û Girkê Legê bi hezaran ji bo Efrînê li ser piya bû
Li Til Hemîs û Girkê Legê bi hezaran ji bo Efrînê li ser piya bû
20 ÇILE, 2019   18:19

QAMIŞLO

Li navçeyên Til Hemîs û Girkê Legê meş hatin lidarxist û dagirkirina Efrînê hate şermezarkirin.

Til Hemîs

Bi hezaran şêniyên ji pêkhateya Ereb ji navçeyên Til Hemîs, Til Birak û Til Koçer li navçeya Til Hemîsê kom bûn. Şêniyan wêneyên ku binpêkirinên dagirkeriya Tirk li Efrînê eşkere dikin, alên QSD'ê û pankartên bi nivîsên 'Guh bidin qêrînên zarokên Efrînê', 'Na ji şerê li dijî zarokatiyê', 'Wijdana mirovahiyê li ku derê ye?' hildan.

Girseya gel di nav kolanên navçeya Til hemîsê de geriyan û sloganên şermezarkirina dagirkeriya Tirk berz kirin. Her wiha şêniyan tekez kir ku Efrîn dê rizgar bibe.

Di meşê de gelek axaftin hatin kirin. Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hisên El-Elî, bi navê Kongreya Star Cewze El-Hasûd, bi navê Meclisa navçeya Til Hemîsê Salih El-Xelef û bi navê Partiya Yekîtiya Demokratîk Hiyal El-Xiwêr.

Di nav axaftina de hate teqezkirin ku xaka zeytûnê dê veger xwediyên wê û dê berxwedana gel ta derxistina dagirkeriyê ji tevahiya xaka Sûriyê bidome.

Her wiha hate destnîşankirin ku her libek zeytûn di singê dagirkeriya Tirk de dê bibe guleyek û Efrîn bi fedekariya şehîdan dê rizgar bibe.

Meş bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana serdemê ya Efrînê bi dawî bû.

Girkê Legê

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê bi heman armanê meşiyan.

Şênî ji ber qada Şehîd Xebat Dêrik ber bi navenda navçeyê meşiyan. Meşvanan pankartên bi nivîsên 'Rizgarkirina Efrînê rizgarkirina Sûriyê ji terorê ye' hildan.

Meş li navenda bajêr rawestiya. Paşê hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat axivî û Berxwedana Serdemê silav kir. Kenan destnîşan kir ku Tirkiyê di nav bêdengiya navdewletî de Efrîn dagir kir, ew bi xwe der heqê gelê Sûriyê de binpêkirinek e.

Kenan Berekat wiha domand, " Berxwedana şêniyên Efrînê isbat kir ku ew gelek berxwedêr e û dagirkeriyê qebûl nake û dê Efrînê rizgar bike."

Ji aliyê xwe ve endama rêveber a Kongreya Star a Kantona Qamişlo Eyhan Murad piştgiriya wan ji berxwedana gel li Efrînê teqez kir. Eyhan bang li tevahiya gelê Sûriyê kir ku bi yekrêzî li hember dagirkeriyê bisekinin û xaka Sûriyê rizgar bikin.

Di dawiya meşê de şêniyan sloganên şermezarkirina destwerdana Tirkiyê li ser Sûriyê berz kir.

(şx)

ANHA