MLKP/Rojava: Em ê Efrînê rizgar bikin!

MLKP/Rojava got; “Biryardariya şer û ruhê fedayî ya şehîdên me wê berxwedan û serketina me ya li dijî dagirkeriyê nîşan bide .”

MLKP/Rojava: Em ê Efrînê rizgar bikin!
20 ÇILE, 2019   17:54

NAVENDA NÛÇEYAN 

Partiya Komunîst Lenînîst Marksîst (MLKP) ya Rojava têkildarî yekemîn salvegera êrîşên dagirkirinê yên bi ser Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got "Efrîn a ku xaka welatê me bi xwîna şehîdan hatiye avdan em ê wê rizgar bikin"

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Bi fermana şefê qesrê Tayyîp Erdogan komkujî, êşkence, destdirêjî pêk hat. Jin zarok revandin û fîdye xwestin. Mal û cihên kar hatin talankirin. Êşkence li ciwanên Efrînê yên ku revandin kirin. Li Efrînê welatiyên Kurd neçarî koçberî û ji warê wan kirin. Bi çeteyên xwe ve bajarê me, kolan, mal û xaka me dagir kirin. Bi hovane û bi tirs êrîşî gelê me û nirxê me kirin. Bingehê demografiya bajêr guhertin.

Biryardariya şer û ruhê fedayî ya şehîdên me wê berxwedan û serketina me ya li dijî dagirkeriyê nîşan bide.

Îro jî li ser şopa şehîdan em pêşve diçin, îlham ji wan digrin û bi biryardariya hesab pirsinê niha li çeperên Rojava û Bakurê Sûriyeyê ku dibin gefan de ne, hêvî û rûmetê diparêzin. Em ê Efrînê rizgar bikin a ku xaka welatê me ye û bi xwîna şehîdan hatiye avdan.”