Şêniyên Tebqayê jî herikîn qadan

Şêniyên herêma Tebqa, Cirniyê û Mensûrayê bi meşekê dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê protesto kirin.

Şêniyên Tebqayê jî herikîn qadan
Şêniyên Tebqayê jî herikîn qadan
Şêniyên Tebqayê jî herikîn qadan
Şêniyên Tebqayê jî herikîn qadan
20 ÇILE, 2019   16:41

TEBQA

Bi hezaran şêniyên Tebqa û gundewarê wê, bajarokên Ciriniyê û Mensurayê li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn û meşiyan. Tevî şêniyan şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi sedan endamên saziyên sivîl û leşkerî yên herêmê tev li meşê bûn.

Şêniyan wêneyên zarokên Efrînê yên ku şehîd bûne, şiqinên zeytûnê û pankartên bi nivîsên 'Efrîn vîna biratiya gelan e ya ku Berxwedana Serdemê kir sembolek dê di dîrokê de mayîn de be', 'Dagirkeriya Tirk kujer, wêranî û koçberkirin e', 'Dagirkeriya Tirk faşîsta serdemê ye', 'Osmaniya Erdogan hilweşe' hildan.

Şênî ji ber avahiya Rêveberiya Jin a Tebqayê ber bi çarxeriya El-Firqan û çarxeriya Meyselon a taxa duyemîn meşiyan heta gihaştin ber Navenda Çand û Hunerê ya bajêr di heman taxê de.

Di meşê de şêniyan diruşmeyên 'Bi can û xwîn em bi te re Efrîn', 'Bijî Berxwedana Serdemê', 'Na ji faşîzma Tirk re û Erdogan hilweşe' berz kirin.

Meş li ber navenda Çand û Hunerê rawestiya û veguherî mitîngê. Girseya gel deqeya rêzgirtin li ser giyana şehîdan sekinînin. Paşê gelek axaftin hatin kirin. Di axaftinan de zêdegaviya Tirkiyê ya faşîst li dijî Efrînê hate şermezarkirin. Her wiha lehengî û fedekariyên şêniyên Efrînê ku di pêngava duyemîn a berxwedana serdemê de nîşan didin hatin silavkirin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid mesa şêniyên Tebqayê silav kir û got: "Wek vê rojê hêzên herêmî û navdewletî li ser gelê Efrîn û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lihev kirin û êrîşên Tirkiyê  li ser Efrînê paşguh kirin. Bi vê yekê destkeftiyên şoreşgerî yên ku bi saya berxwedana gelê me û xwîna şehîdan hatine bi destxistin kirin hedef."

Bêrîvan wiha domand: "Dagirkeriya Tirk bi rêya çeteyên xwe bi navê Mertala Firatê şêniyên Efrînê dikuje, direvîne û milkên wan talan dike. Tevî wê jî siyaseta guhertina demografiya Efrînê dimeşîne û dîroka gelê kevnar diguhere."

Her wiha hevserokê Meclisa Zagonsaz Hanid El-Ferec axivî û soza berdewamkirina têkoşînê ta rizgarkirina xaka Efrînê û tevahiya xaka Sûriyê ji terorê da. El-Ferec wiha domand: "Ji libên zeytûnê berxwedanî diafire û ji her libek zeytûnê em ê bombeyekê çêbikin û di rûyê dagirkeriya Tirk de biteqînin."

Di dawiya axaftinan de girseya gel bi yek dengî 'Bijî biratiya gelan, Bijî Sûriyeyek hevgirtî û demokratîk' berz kirin.

(şx)

ANHA