Cenazeyê şehîdên QSD'ê Qasim û Somer hatin veşartin

Bi tevlêbûna bi sedan şêniyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê cenazeyê şervanên QSD'ê Hisên Berces (Qasim) û Mihemed Mehmûd (Somer Şadadê) yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de bibûn li goristana şehîdan hatin veşartin.

Cenazeyê şehîdên QSD'ê Qasim û Somer hatin veşartin
Cenazeyê şehîdên QSD'ê Qasim û Somer hatin veşartin
Cenazeyê şehîdên QSD'ê Qasim û Somer hatin veşartin
Cenazeyê şehîdên QSD'ê Qasim û Somer hatin veşartin
Cenazeyê şehîdên QSD'ê Qasim û Somer hatin veşartin
Cenazeyê şehîdên QSD'ê Qasim û Somer hatin veşartin
20 ÇILE, 2019   17:15

HESEKÊ

Şêniyan cenazeyê şehîdan ji navneda Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi kerwanekê wesayîtan ku bi wêneyên herdu şehîdan û alên QSD'ê hatibûn xemilandin ber bi goristana şehîdan a navçeya Şedadê ya başûrê bajarê Hesekê bi rê ketin.

Li goristanê deqeyeke rêz hate girtin û merasîma leşkerî ji aliyê Hêzên Erka Xweparastinê ve pêk hat.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê meclisê Nacî Nicûm sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku bi xwîna şehîdan bi hezaran şêniyên gundewarên Dêrazorê ji pencên çeteyan hatin rizgarkirin.

Nicûm her wiha teqez kir ku wekî malbatên şehîdan ji bo rizgarkirina herêmên din ji dagirkeran amade ne tiştê herî buha bidin.

Nasnameya şehîdan ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Selman El-Nasir ve hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyê şehîdan di nava diruşme û tilîliyên dayikan hatin veşartin.

(dh)

ANHA