Şêniyên Kobanê soza rizgarkirina Efrînê nû kirin

Bi boneya salvegera yekemîn a êrîşên dagirkeriya Tirk li dijî Efrînê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirk û bêdengiya navdewletî meşek orgenîze kir. Bi hezaran şêniyên Herêma Firatê di nav kolanên bajarê Kobanê de Bakurê Sûriyê meşiyan.

Şêniyên Kobanê soza rizgarkirina Efrînê nû kirin
Şêniyên Kobanê soza rizgarkirina Efrînê nû kirin
Şêniyên Kobanê soza rizgarkirina Efrînê nû kirin
Şêniyên Kobanê soza rizgarkirina Efrînê nû kirin
Şêniyên Kobanê soza rizgarkirina Efrînê nû kirin
20 ÇILE, 2019   15:55

KOBANÊ

Di meşê de şêniyan banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk û derxistina wê ji Sûriyê li civaka navdewletî û heremî kir. Di heman demê de banga pêwîstiya berxwedanê wek berbijarkek tekane kirin.

Bi hezaran şêniyên ku ji piraniya bajar û bajarokên Herêma Firatê hatine li qada Jina Azad kom bûn û wêneyên qurbanên ku di encama topbarana Tirkiyê li ser Efrînê de sala borî şehîd bûne hildan. Her wiha meşvanan şiqinên zeytûnê wek sembola Efrînê rakirin.

Meş li nêzî sînorên Tirkiyê li ber qada Şehîd Egîd rawestiya û veguherî mitîngê. Şêniyan sloganên silavkirina berxwedanê berz kirin û soza rizgarkirina Efrînê nû kirin.

Di mitîngê de Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim axivî û destnîşan kir ku gelê Sûriyê tu carî dagirkeriyê qebûl nake. Enwer diyar kir ku li Sûriyê pergala nenavendîbûnê dê pêk were, lê armanca sereke ya vê pêvajoyê rizgarkirina Efrînê ye.

Ji aliyê xwe ve cîgira hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rojhilat Arif got, gelê Sûriyê di rizgarkirina tevahiya xaka Sûriyê ji dagirkeriya Tirk de bi israr in. Rojhilat girîngiya danûstandina navxweyî ji bo dawîkirina aloziya Sûriyê destnîşan kir.

Her wiha endamê rêveber ê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kobanê Bozan Berkel axivî û destnîşan kir ku berxwedana Efrînê berxwedanek dîrokî bû, lê cîhanê ew berxwedanî û xwîna bi hezaran sivîlan paşguh kir. Berkel diyar kir ku berxwedan isbat kir ku hemî kesên ji bo azadî û  aştiyê şer dikin, teslîmkariyê qebûl nakin berovajî wê di wê riyê de fedekariyan didin.

Meş bi diruşmeyan bi dawî bû.

(şx)

ANHA