Trump cenazeyên şehîdên teqîna Minbicê pêşwazî kirin

Serokê Amerîkayê Donald Trump li baregeha leşkerî ya Doverê ya eyaleta Delawareyê pêşwaziya cenazeyên 4 leşkerên Amerîkayê kir ku di teqîna Minbicê de şehîd bûbûn.

Trump cenazeyên şehîdên teqîna Minbicê pêşwazî kirin
20 ÇILE, 2019   13:50

NAVENDA NÛÇEYAN

Trump îro li ser Twitterê got “Ez ê biçim Doverê da ku bi malbatên 4 kesên ku ji bo welatê xwe jiyana xwe ji dest dan re bim.”

Dover baregeheke hêzên asmanî ya Amerîkayê ye ku li eyaleta Delaware ya li bakurê Washingtonê ye. Li wir pêşwaziya leşkerên Amerîkayê yên jiyana xwe ji dest didin, tê kirin.

AFP’ê diyar kir ku Trump û hinek fermandarên payebilind û wezîrê karên derve Mike Pompeo û wekîlê wezîrê parastinê Patrick Shanahan cenazeyên kesê sivîl ê bi navê Skote Werters pêşwazî kir. Tê payîn ku cenazeyên 3 leşkeran jî pêşwazî bikin. Trump her wiha bi malbatên şehîdan re jî hevdîtin kir.

Roja çarşemê li bajarê Minbicê teqînek pê hat û di encamê de 14 kesan jiyana xwe ji dest da, jê 3 leşker û sivîlek amerîkî bûn.