Hesekê, Amûdê û Dirbêsiyê: Em ê Efrînê rizgar bikin

Bi sed hezaran şêniyên Hesekê, Amûdê û Dirbêsiyê bi boneya şermezarkirina yekemîn salvegera êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê daketin qadan û gotin: “Em ê Efrînê rizgar bikin.”

20 ÇILE, 2019   14:05

HESEKÊ

Meşvan li çerxeriya Sînalko kom bûn û bi alên Kongreya Star, alên PYD`ê, wêneyên şehîdan, al û sembolên Kurdî û pankartên ‘Divê qedexeya firîna balefiran bê ferz kirin, dagirkeriya Tirkiyê dizîn û talan kirin e’ ber bi Qada Şehîdanên Suryan ku li taxa Kelasê ye ve meşiyan.

Li wir meş vegeriya mitîngê. Bi navê Rêveberiya Xweser ê herêma Cizîrê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber Hisên Ezam axivî.

Hisên Ezam dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê şermezar kir û wiha got: “Êrîşên li ser Efrînê di encama xiyaneta navnetewî de pêk hat. Tevî vê gelê Efrînê 58 rojan li ber xwe da. Wê Efrîn bi îradeya gel rizgar bibe.”

Bi navê Kongreya Star Endama Rêveberiya Kongreya Star Şêrîn Oso axivî û wiha got:"Em wek gel baweriya me bi Netewa Demokratîk heye û dibêjin ku gel hemû piştgiriya şêniyên Efrînê dike. Dewleta Tirkiyê dixwest ku îradeya gel bişkîne lê ew têk çû, şoreşa me ya 8 salan mînaka vê yekê ye."

Bi navê eşîrên Ereb Fewaz El-Zobi destnîşan kir ku Efrînê heta 2 mehan li dijî hemû êrîşên bi teknolojiya pêşketî li ber xwe da û wiha domand: “Em ê wek eşîrên Ereb, li pişt gelê Efrînê bin.”

 Di dawiya meşê de endama jinên ciwan Mîrav Başo daxuyaniyek da.

Mîrav got: "Em tekoşîna hevala Leyla Guven pîroz dikin û piştgiriya wê dikin, herwiha em kiryarên dewleta Tirkiyê li ser xaka me şermezar dikin.Em wek jinên ciwan em ê bibin bersiv ji her cure êrîşan re, îradeya gelan tu car naşke, li ser vî esasî em bang li hemû jinan dikin ku helwesta xwe li dijî kiryarên Tirkiyê bikin yek."

AMÛDÊ

Meşa li Amûdê ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger dest pê kir û heta qada jina azad a navçeya Amûdê dewam kir.

Meşvanan pankartên bi nivîsên şermezarkirna êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê hildan. Dengê şêniyên Amûdê bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û çiqilên zeytûnan bilind bû.

Li Qada Jinê ya navenda navçeya Amûdê, şêniyan deqeyekê rêz girt, paşê gelek axaftin hatin kirin. Bi navê Meclisa Kantona Qamişlo Xalid Ibrahîm axivî û dagirkeriya Tirkiyê şermezar kir û wiha got: "Efrîn ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê hate dagirkirin, ev yek bi bêdengiya navneteweyî û komploya hevpar pêk hat. Her kesê ku di dagirkirina Efrînê de bê deng ma, şirîkê komkujî û binpêkirinên ku li Efrînê ye.”

Xalid Birahîm silav li Berxwedana Serdemê kir û her wiha silav ji Leyla Guven û hevalên wê yên li zindanên Tirkiyê re şandin.

Bi navê Kongreya Star Silîvan Elî axivî û dagirkeriya Tirkiyê şermezar kir û teqez kir ku berxwedana Efrînê ku 58 rojan li dijî hemû êrîşan dewam kir, girêdana şêniyên Efrînê û şervanên wê bi axê ve dide nîşandan.

Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Diyar Derwîş axivî û da zanîn ku ew wek ciwan dê têkoşîna xwe dewam bikin û li hemû qadan asta çalakiyên xwe bilind bikin.

Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.

DIRBÊSIYÊ

Bi hezaran şêniyên navçeya Dirbêsiyê di salvegera yekemîn a êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê de got "Na ji dagirkiriya Tirkiyê ji Efrînê re".

Şêniyên Dirbêsiyê û gundewarên wê di yekemîn salvegera êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê de meşek li dar xist. Di meşê de wêneyên şehîd, birîndar, zarokên Efrînê ku di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de şehîd û birîndar bûne, wêneyên hilweşandina Efrînê û pankartên bi nivîsên "Divê herêm li pêşiya balafiran were qedexekirin", "Na ji şerê li dijî zarokan re" û "Qîrîna zarokên Efrînê bibihîzin" hatin hildan.

Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina dagirkirna Efrîn û silavkirina Berxwedana Serdemê hatin berzkirin. Meş li kolana giştî veguherî mitîngê.

Di mîtîngê de bi navê Meclisa Navçeya Dirbêsiyê Misewec Hac Mensûr axivî û dagirkirina Efrînê şermezar kir û wiha anî ziman: "Berxwedana Serdemê berxwedaneke dîrokî ye. 20`ê Çileya 2018`an dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hemû çekên giran êrîşî herêma Efrînê kir. Lê tevî wê jî şervanên me 58 rojan li ber xwe da."

Hac Mensûr destnîşan kir ku tevî rewşa zehmet ku şêniyên Efrînê li Şehbayê dibînin lê ev yek bandorê li îrade û israra wan a berxwedanê nake û soz didin ku ew ê li warê xwe vegerin.

Bi navê Rêveberiya Xweser Semer Begdaş destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirkr û çeteyên wê êrîşî Efrînê kir ku ji hemû koçberên herêm û parêzgehên Sûriyê re bûbû cihê ewle. Semer got piştî salekê ji dagirkirina Efrînê, Erdogan gefan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em wek Rêveberiya Xweser soz didin ku em ê Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin." 

Di dawiyê de dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê hatin berzkirin.

(ekîb)

ANHA