Polîsên Tirk êrîşî jinên ku gotin “Leyla Guven rumeta me ye” kirin

Jinên ku ji bo piştgiriya Leyla Guven a ku ev 74 roj in di greva birçîbûnê de ye, çûn ber deriyê Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê, rastî êrîşa polîsan hatin. Gelek jin hatin derbkirin û binçavkirin. 

Polîsên Tirk êrîşî jinên ku gotin “Leyla Guven rumeta me ye” kirin
20 ÇILE, 2019   13:41

NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Bakurê Kurdistan Amedê, jinan çalakiyek li dar xistin, polîsên dewleta Tirk a dagirker êrîşî çalakiya jinan kirin. Ji bo piştgiriya çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Endamên Platforma Jinê Ya Dicle Amedê û Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn jî di nav de, gelek jin li ber Girtîgeha Girtî ya Tipa E ya Amedê kom bûn. Jinan tîlîlî dan û drûşma "Leyla Guven rûmeta me ye" berz kirin. Tevî dorpêçkirinê dîsa jinan çalakiya xwe dewam kirin.

 Polîsan êrîşî jinan kirin û ew derb kirin. Li Remziye Tosûn jî heqaret kirin.

 Jinan bertek nîşan dan û bi drûşma 'Bijî berxwedana zindanan' bersiv dan polîsan. Tevî ku polîsan ava bi îsot li çalakgeran kirin  jî çalakgeran dest ji serîhildana xwe bernedan.

 Ji TOMA'yê av li Remziye Tosun kir. Jin hatin derbkirin û nêzî 20 jin jî hatin binçavkirin.

Navê hinek jinên ku hatin binçavkirin ev in; Berdevka Platforma Jinê ya Dicle Amedê Bahar Karakaş Ulu, Adalet Kaya, Ceylan Aslan, Gonul Adibelli, Gulistan Ekte, Narin Gezgor, Rozerin Çatak û şêwirmenda Remziye Tosun, Gurbet Ozel.