Şêniyên Reqayê: Em ê îsal bi rizgarkirina Efrînê şa bibin

Bi gotina "Em îsal bi rizgarkirina Efrînê şa bibin" welatiyên Reqayê hêrsa xwe li hember dagirkeriya Tirkiyê nîşan da û bi xwepêşandanekê êrîşên li dijî Efrînê şermezar kirin.

Şêniyên Reqayê: Em ê îsal bi rizgarkirina Efrînê şa bibin
Şêniyên Reqayê: Em ê îsal bi rizgarkirina Efrînê şa bibin
Şêniyên Reqayê: Em ê îsal bi rizgarkirina Efrînê şa bibin
Şêniyên Reqayê: Em ê îsal bi rizgarkirina Efrînê şa bibin
Şêniyên Reqayê: Em ê îsal bi rizgarkirina Efrînê şa bibin
Şêniyên Reqayê: Em ê îsal bi rizgarkirina Efrînê şa bibin
Şêniyên Reqayê: Em ê îsal bi rizgarkirina Efrînê şa bibin
Şêniyên Reqayê: Em ê îsal bi rizgarkirina Efrînê şa bibin
20 ÇILE, 2019   13:04

REQA

Bi dirûşmeya "Bi vîna gelê Efrînê êrîşên Tirkiyê dê têk biçin" bi sedan welatiyên bajar û gundewarên Reqayê daketin meydanan û salvegera êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li dijî Efrînê şermezar kirin.

Welatiyan şaxên zeytûnan hilgirtin û dîmenên binpêkirin û qirkirina dagirkerên Tirk li dijî gelê Efrînê hildan. Her wiha pankartên bi nivîsên "Na ji dagirkeriya Tirkiyê re", “Efrîn Sûriye ye" û "Na ji guhertinên demografîk re" vekirin.

Xwepêşandan ji gundê Kikûmiyê yê bakurê Reqayê dest pê kir û ta Çerxerêya Meyselûnê welatî meşiyan. Li wir xwepêşandan veguherî mîtîngê.

Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevserokê Meclisa Rêveber Ebid Hamid El-Mihbaş, endama Saziya Malbatên Şehîdan Şemsa Salih, endama Komîteya Jinan Zelîxa Ebdê û hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mişlib El-derwîş axivîn.

Di axaftinan de hate gotin ku Efrîn axeke azad e û dê li xwediyên xwe vegere û "îsal em ê bi rizgarkirina Erfînê şa bibin" û bal kişandin ser bexwedana gel û şervanên Efrînê û şehîdên berxwedanê hatin bibîranîn.

Her wiha di axaftinan de bal kişandin ser hovîtî û binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li dijî welatiyên Efrînê û siyasetên guhertina demografîk jî hatin şermezarkirin.

Xwepêşandan bi dirûşmeya "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî dû.

Roja 20`ê Çileya sala 2018`an artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşî Efrînê kir, welatî û şervanên YPG û YPJ`ê 58 rojan berxwedaneke bêhempa nîşan da. Roja 18`ê Adarê jî artêşa Tirk û çeteyên wê Efrîn dagir kir.

(ekîb/k)

ANHA