Berxwedana çalakvanên Girê Spî ket roja 37`an

Welatiyên Girê Spî çalakiya li ser sînor di roja 37`mîn de berdewam dikin. Jin, mêr û zarok li dijî dagirkeriyê di nava çalakiyan de ne.

Berxwedana çalakvanên Girê Spî ket roja 37`an
Berxwedana çalakvanên Girê Spî ket roja 37`an
Berxwedana çalakvanên Girê Spî ket roja 37`an
Berxwedana çalakvanên Girê Spî ket roja 37`an
Berxwedana çalakvanên Girê Spî ket roja 37`an
20 ÇILE, 2019   12:55

MIHEMED EL-EHMED - BIRAHÎM EHMED / GIRÊ SPÎ

Çalakiya welatiyên kantona Girê Spî ya li ser sînor kete roja xwe ya 37`emîn. Çalakiya li dijî gefên dagirkeriya Tirkiyê, bi beşdariya welatiyan berdewam dike.

Welatiyên Reqa û Tebqayê jî tev li çalakiyê bûn û helwesta xwe li dijî gefên Tirkiyê yên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan da.

Konê çalakiyê ku li taxa El-Munbetih a bajarê Girê Spî hatiye vedan, her roj pêşwaziya bi dehan jin, mêr û zarokan dike. Tevî serma û baranê jî welatiyan xweragirî û vîneke mezin nîşan da û gefên dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin.

Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Ismail diyar kir ku ev çalakî hevgirtina gelên herêmê li dijî gefên Tirkiyê nîşan dide û wiha got: "Her wiha ev nameyek e ji bo Erdogan ku em yek gel in û kes nikare me ji hev cuda bike."

Îsmail da zanîn ku hemû pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Tirkmen û Ermenan tev li çalaiyê dibin û li dijî gefên dagirkeriyê vîneke xurt nîşan didin.

Hêvîn Îsmail wiha pê de çû: "Herêm bi xwîna şehîdan rizgar bûye, me gelek şehîd dan ta ku me herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ji terorê rizgar kirin."

Hêvîn Îsmail di dawiya axaftina xwe de bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên cîhanî kir ku li dijî gef û binpêkirinên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwesta xwe nîşan bidin.

(k)

ANHA