Balafirên şer ên Tirk, Zap û Qendîl bomberdûman kirin

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li herêmên Qendîl û Zapê barandin. Hêzên gerîlla tu zerar nedîtin.

Balafirên şer ên Tirk, Zap û Qendîl bomberdûman kirin
20 ÇILE, 2019   12:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "19'ê Çileyê, saet navbera 18:00-19:00’an de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qada Kalatuka û Girê Şehîd Savaş ên Qendîlê, gundê Mislokê yê Xakurkê û quntara Şikefta Birîndaran a Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bomberdûmanê ti zerar negihişt hêzên me."