Bi hezaran şêniyên Efrînê: Em ê li Efrînê vegerin…

Bi hezaran şêniyên Efrînê yên li Şehbayê bi yek dengî, bi îradeyeke xurt û bi israra berdewamkirina berxwedanê heta rizgarkirina Efrînê û bi wesîleya salvegera yekemîn a dagirkeriya arêtşa Tirk li dijî Efrîn, meşekê lidar dixin.

Bi hezaran şêniyên Efrînê: Em ê li Efrînê vegerin…
Bi hezaran şêniyên Efrînê: Em ê li Efrînê vegerin…
Bi hezaran şêniyên Efrînê: Em ê li Efrînê vegerin…
Bi hezaran şêniyên Efrînê: Em ê li Efrînê vegerin…
Bi hezaran şêniyên Efrînê: Em ê li Efrînê vegerin…
Bi hezaran şêniyên Efrînê: Em ê li Efrînê vegerin…
20 ÇILE, 2019   09:57

ŞEHBA

Salek bi ser dagirkeriya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser kantona Efrînê re derbas bû. 20`ê Çileyê 2018`an di saet 16:00`an de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li ser asîmanê kantona Efrînê geriyan. Malên sivîlan, cihên şûnwarî û navendên gelerî kirin hedef. Di encam de bi sedan  jin, mêr, zarok, kal û pîr şehîd bûn û bi sedan jî birîndar bûn.

Îro jî salvegera yekemîn a êrîşên deweleta Tirk a dagirker ên li ser kantona Efrînê ye. Bi wesîleya vê rojê şêniyên Efrînê û Şehbayê her wiha bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û dagirkirina wê meşek li dar dixin û bang dikin, wê heta rizgarkirina Efrînê berxwedan berdewam bike.

Bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê bi durşmeya "Em ê bi rihê Berxwedana Serdemê Efrînê rizgar bikin û dagirkeriya Tirkiyê biqewitînin" meşekê lidar dixin.

Hemû dukanên bazirganiyê hatin girtin, tevgera çûn û hatin hate sekinandin. Her kes ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê berê xwe didin meşê û teqez dikin ku ew ê bi irsrar berxwedana xwe berdewam bikin û li Efrînê vegerin.

Meş li navçeya Ehdas a Şehbayê tê lidarxistin. Hemû beşên civakê tevlî meşê dibin û di destê wan de wêneyên şehîdan, birîndarên di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker di nava 58 rojan de şehîd û birîndar bûne hildane. Her wiha wêneyên rûxandin û hilweşandina Efrînê û wêneyên Barîn, Avesta, Îlan, Karker, Qehreman û Sîpan ku li Efrînê çalakiyên fedayî pêk anîn, hatine hildan.

Her wiha pankartên bi nivîsên, "Na ji dagirkerî û komkjiyên Tirkiyê re", "Na ji kuştina zarok û jinan re" her wiha şaxên zeytûnan hatine hildan û dirşmeyên "Em ê li Efrînê vegerin" têne berzkirin.

Wê meşvan heta kîlometreyekî bimeşin û li qada gundê Marata Mislemiyê bisekinin û mitîngê li dar bixin.

 (bx/bm)

ANHA