Li Efrînê dengê 2 teqînan hate bihîstin

Îro di saetên sibê de dengê 2 teqînan li navenda bajarê Efrînê hate bihîstin.

Li Efrînê dengê 2 teqînan hate bihîstin
20 ÇILE, 2019   08:09

EFRÎN

Çavkaniyên ji navenda bajarê Efrînê ragihand ku li navenda bajarê Efrînê dengê 2 teqînan hatiye bihîstin. Li gorî agahiyên destpêkê, teqîna yekemîn li nêzî Salona Jîn û ya duyemîn jî li nêzî Çerxerêya Kawayê Hesênkar a navenda kantona Efrînê pêk hatiye.

Agahiyên berfireh der barê ziyanên teqînê de nehatin bidestxistin.

(bx)

ANHA