Şêniyên Dêrazorê şehîdên xwe spartin axê

Cenazeyê şervanên QSD‘ê Bahoz Mergeda, Ceger û Mûrad bi merasîmekê li goristana Şehîd Hanî El-Hesen hatin veşartin.

Şêniyên Dêrazorê şehîdên xwe spartin axê
Şêniyên Dêrazorê şehîdên xwe spartin axê
Şêniyên Dêrazorê şehîdên xwe spartin axê
Şêniyên Dêrazorê şehîdên xwe spartin axê
Şêniyên Dêrazorê şehîdên xwe spartin axê
Şêniyên Dêrazorê şehîdên xwe spartin axê
19 ÇILE, 2019   20:53

DÊRAZOR

Bi sedan şêniyên bajaroka Bisêra, Şihêl, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê cenazeyê şervanên QSD‘ê Mihemed Îsmaîl El-Mihemed (Bahoz Mergeda), Ehmed El-Cabir (Ceger) û Mihemed El-Îsa (Mûrad) ên ku 10‘ê Çileyê  di Pêngava "Şerê Tinekirina Terorê" de şehîd bibûn ji têketina bajaroka Bisêra ya gundewarê Rojhilatê Dêrazorê wergirtin û ber bi kerwanekî erebeyan ber bi Goristana Şehîd Hanî El-Hesen ve bi rê ketin.

Merasîm di deqeya rêzgirtin dest pê kir. Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endama rêveber a meclisê Sûha El-Mihemed sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got, şehîd sax in tu carî namirin.

Bi navê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Salih Umner jî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got "Şehîd pêşengên me yên manewî ne, ji bo jiyaneke azad û bi rûmet cane xwe feda kirin."

Di merasîmê de Meclisa Malbabatên Şehîdan nasnameya şehîdên QSD û Erka Xweparastinê eşkere kir "Ehmed El-Elî, Faris Ecac, Ehmed Rehma, Ehmed El-Ehmed, Îsmaîl El-Abdullah, Welîd El-Nebir, Yûsif Selame, Arif El-Esaf, Hisên Mûsa, Raîd El-Selman, Hisên El-Xidêr, Reslan El-Şahûz, Îsmaîl El-Xelîfa û şervanê Erka Xweparastiniê Bedir Ewad ku 28‘ê Kanûna 2018‘an şehîd bibûn eşkere kir.

Nasnameyên hemû şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Paşê cenazeyê hersê şehîdan li goristana Şehîd Hanî El-Hesen a bajaroka Bisêra hatin veşartin.

ANHA