‘Ji bo teşhîkirina binpêkirinên Tirkiyê divê çalakî berdewam bin‘

Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) îro daxuyanî da raya giştî. Di daxuyaniyê de piştgiriya xwe bi daxwazên parlamentera Kurd Leyla Guven re ragihandin. Her wiha bang li jinên cîhanê kir ku çalakiyên xwe ji bo heşhîkirina binpêkirinên Tirkiyê der heqê jinan de bidomînin.

‘Ji bo teşhîkirina binpêkirinên Tirkiyê divê çalakî berdewam bin‘
19 ÇILE, 2019   20:03

QAMIŞLO

Greva birçîbûnê ya parlamentera HDP‘ê p Hevseroka  KCD‘ê Leyla Guven derbasî roja xwe ya 73 yan bû. Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Ji bo piştgiriyê Meclisa Jin a PYD'ê daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.

Daxuyanî bi tevlêbûna endam û endamên rêveber ên partiyê li ber avahiya partiyê ya bajarê Qamişlo, ji hêla endama rêveber Zeyneb Saroxan ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

'Gelên bindest ji bo maf û azadiya xwe bi hemû şêwazên têkoşînê li berxwe bidin. Lê pergalên zordest û faşîst der heqê wan de hovantirîn şêwazên zulmê û îşkencekirinê dimeşîne.

Di serî de pergala Tirkiyê ya ku maf, azadî nas nake kiriyarên wê der heqê girtiyên azadiyê û nêrîn de di girtîgehên de li dijî qanûnên navdewletî û mirovî ne. Isbata wê jî girtina parlamenterên Kurd e.

Têkoşer Leyla Guven ji zêdetirî 72 rojan dest bi greva birçîbûnê di girtîgehên dewleta Tirk a faşîst de destpê kiriye. Ji ber wê tenduristiya wê bi paşde çûye. Lê dîsa di berxwedan û berdewamkirina grevê de ta pêkanîna daxwaza wê ya rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hemû bi israr e. Ev hemû li gel bêdengiya civaka navdewletî, rêxistinên mafên mirovan û Bijîşkên Bêsînor pêk tê.

Li gel bilindbûna dengên dilazar ji girtîgehên Tirkiyê li hember vê bêdengiyê, em vê  pirsê dikin, gelo kesên ku li dijî tundiyê, banga azadiya jinê dikirin û berpirsên rewşa girtiyan li ku derê ne? lê pirsa rastîn ev e gelo haya wan ji greva birçîbûnê ya bêdor veger a Leyla Guven û binpêkirinên Tirkiyê tune ye?

Ji ber wê em berpirsyariya paşdeçûna rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven û kûrbûna wê dixin stûyê wan rêxistinên bêdeng. Li gorî parêzerê wê dibe ku di encama grevê de jiyana xwe ji dest bide. 

Wek Meclisa Jin a PYD'ê em piştgiriya Leyla Guven dikin. Em soz didin ta pêkanîna daxwazên wê em ê asta têkoşînê bilind bikin. Em binpêkirinên dewleta Tirk şermezar dikin û em bang li rêxistinên hiqûqî û Meclisa Ewelhiyê dikin ku bi lez mudexele bikin, bal bikşînin ser tenduristiya Leyla Guven û tecrîdkirina Ocalan û girtiyên siyasî hemû rakin.

Di dawiyê de em bang li tevahiya jinên cîhanê dikin ku piştgiriya berxwedana Leyla Guven bikin û çalakiyên xwe ji bo eşkerekirina binpêkirinên Tirkiyê der heqê jinan de bidomînin."

(şx)

ANHA