Daxwaz kirin ku komîteya lêpirsîn biçe Efrînê û rastiyan bibîne

Rêxistinên hiqûqî, rojnamevan û şêniyên ku tev li Berxwedana Serdemê ya Efrînê bibûne bi daxuyaniyekê daxwaz kirin ku rojek wekî Piştgiriya Cîhanî ya Efrînê were kirin, komîteya lêpirsînê bişînin Efrînê da ku binpêkirinan eşkere bikin.

Daxwaz kirin ku komîteya lêpirsîn biçe Efrînê û rastiyan bibîne
Daxwaz kirin ku komîteya lêpirsîn biçe Efrînê û rastiyan bibîne
Daxwaz kirin ku komîteya lêpirsîn biçe Efrînê û rastiyan bibîne
Daxwaz kirin ku komîteya lêpirsîn biçe Efrînê û rastiyan bibîne
19 ÇILE, 2019   20:54

HESEKÊ

Îro bi sponseriya Navenda Şopdarên Rojê ya çandî, Yekîtiya Ragihandina Azad, Rêxistina Mafên Mirovan û Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê civînek li gundê Til Nasrî yê girêdayî navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê hate orgenîzekirin. Di civînê de bi dehan rojnamevan û şêniyên ku tev li Berxwedana Serdemê ya 58 rojan bûne amade bûn.

Di civînê de şênî û rojnamevan şiqinên zeytûnê, wêneyên binpêkirin, bûyerên kuştinê yên ku artêşa Tirk a dagirker li Efrînê  pêk aniye û pankartên bi nivîsên  'Na ji dagirkeriya Tirk re', 'Efrîn Sûriyê ye', 'Na ji guhertina demografêk re' hildan.

Di destpêkê de rojnamevanên ku êrîşên Tirkiyê li dijî Efrînê şopandine mîna Reşo Kasan, Raperîn Elî, Nûrhat Hesen û Munzir Şêxo axivîn û qala şerên ku 58 rojan dom kiriye, kirin.

Rojnamevanan destnîşan kirin ku dewleta Tirk zarok û sivîlan dikir hedef û wêneyên ku kişandine şahidê gotinên wan e û gotin, helbet wê dagirkerî tune bibe.

Rojnamevanan teqez kirin ku girêdana bi xak ji dagirkeriyê bi hêztir e û dê Efrînê ji şêniyên wê re vegere.

Her wiha rojnamevanan bal kişandin ser komkujiyên gundê Gopelê û Mabatayê yên ku artêşa Tirk a dagirker li Efrînê pêk anîne û di encamê de zarok şehîd ketine.

Piştre saziyên ku civîn orgenîze kirine, rojnamevan û şênî daxuyanî ji raya giştî re dan. Di daxuyaniyê de beşdaran daxwazên xwe pêşkêş kirin. Daxuyanî ji hêla hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bi awayekî kurt êrîşên Tirkiyê li dijî Efrînê û encamên wê li ser Efrînê ji wêrankirin û koçberkirina şêniyan tevî guhertina demografîk ku dagirkerî pêk tîne hatin şermezarkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hejmarek daxwaz ji NY'yê û rêxistinên mafên mirovan hatin rêzkirin.

Daxwaz ev in:

1- Diyarkirina roja cîhanî ya piştgiriya Efrînê.

2- Ferzkirirna qedexeya firîna balafiran li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

3- Pêkanîna benda 7 a hevpeymana NY'yê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû madeyên wê ve 39 heya 51. Ev bend, erkên Konseya Ewlehiya Navdewletî girêdayî gefên li dijî aştiya cîhanî diyar dike. Destpêkê erk bi rêya girtina tedbîrên pêwîst destpê dike piştre bi karanîna hêz ji her du aliyên bejahî û haweyî ve da ku dagirkerî bi dawî bibe tên meşandina.

4- Şandina komîteya lêpirsînê ji Efrînê re da ku binpêkirin û sûcên ku dewleta Tirk der heqê mirovahiyê, aştî û ewlehiya navdewletî de pêk aniye isbat bike.

(şx)

ANHA