Komîteya Aboriyê aboriya jinan geş dike

Komîteya Aboriyê ya girêdayî Rêveberiya Jinan a Reqayê bi rêya aktîfkirina gelek projeyan, aboriya jinan geş dike.

Komîteya Aboriyê aboriya jinan geş dike
Komîteya Aboriyê aboriya jinan geş dike
19 ÇILE, 2019   08:37

RÛBA EL-ELÎ / REQA

Jinên Reqayê di serdema DAIŞ`ê de ji hemû aliyan ve ji mafên xwe bê par mabûn, lê bi rizgarkirina bajêr ji aliyê QSD`ê ve jin bi rola xwe rabûn û bi taybet Rêveberiya Jin a Reqayê. Ev rêveberî ji gelek komîteyan pêk tê; yek ji wan jî Komîteya Aboriyê ye ku asta aboriya jina bilind dike.

Komîtya Aborî ji bo geşkirina aboriya jinan dewre heta 3 mehan vekirin, di van dewreyan de 60 jin tev lê bûn û waneyên li ser aboriyê standin, ev jin li ser komîteyên aborî yên jinan li bajêr û gundên wê hatin belavkirin.

Her wiha Komîteya Aboriyê ya girêdayî Rêveberiya Jinan a Reqayê gelek proje vekirin, di nava van projeyan de projeya dirûnkariyê û projeya firneya kiloran ku ew ê di demeke nêz de li taxa El-Meşleb bê aktîfkirin.

Endama rêveberiya komîteya Aborî Rîm El-Salih destnîşan kir ku di destpêkê de karê komîteyê hindik bû, lê dest bi perwerde û şiyarkirina jinan li ser têgeha aboriyê bi taybet ji bo jinan ku dikaribin di aliyê aborî de bi rola xwe rabin. Rîm El-Salih wiha got: "Ji bo bilindkirina asta aboriya jinan, me projeya dirûnkariyê aktîf kir û em ê di demên pêş de li ser projeya aktîfkirina firneya kiloran taybet bi jinan bixebitin."

Rîm diyar kir ku wan gelek proje danîne pêşiya xwe û heta ku amadekariyên sereke bi dawî bikin, ew ê di demên pêş de aktîf bikin. Rîm da zanîn ku armanca wan pêşkêşkirina destekê ji bo jinan e piştî ku bi salan ji mafên xwe bê par man.

(jo)

ANHA