PADK: Heta leşkerekî Tirk li ser axa Efrînê hebe dê berxwedan bidome

Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê diyar ku dê berxwedana Efrînê dê heta ku leşkerekî Tirk li ser axa Efrînê heye, berdewam bike.

PADK: Heta leşkerekî Tirk li ser axa Efrînê hebe dê berxwedan bidome
19 ÇILE, 2019   08:28

NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya yekemîn salvegera dagirkirina Efrînê, Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê (PADK) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

PADK`ê  bal kişand ser destpêka şoreşa Sûriyê û çawa ji aliyên hin hêzên herêmî û bi taybet Tirkiyê ve, ji xeta şoreşê derket û veguherî tevgereke çekdarî.

Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta dagirker a Tirk ên li dijî herêmên bakurê Sûriyê jî hatin vegotin û bi taybet êrîşa dagirkirina Efrînê û wiha hate gotin: “Di 20 çileya sala derbasbûyî de hezên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hemû cureyên çekan êrîşî Efrînê kir, piştî berxwedana 58 rojan Efrîn hate dagirkirin, paşê artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî gelên Efrînê binpêkirinên li dijî mirovahiyê pêk anîn.”

PADK`ê bêdengiya cîhanê jî şermezar kir û da zanîn ku vê bêdengî rê daye Tirkiyê ku binpêkirinên xwe zêde bike.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî salekê hîna berxwedan li Efrê dewam dike û dê dewam bike heta ku leşkerekî Tirk li ser axa Efrînê heye.

Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku Erdogan bûye metirsiyeke terorê li dijî cîhanê tevahî û ji raya giştî xwest ku li dijî planên terorê yên dewleta Tirk helwestên dijber nîşan bidin.

(k)

ANHA