Dê gelên herêma Firatê ji bo Efrînê dakevin qadan

Dê di 20’ê Çileyê de ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirk li ser Efrînê, li Kobanê saet di 11.00’an de li Qada Jina Azad, meşek were lidarxistin. Hevserokê TEV-DEM`ê yê Kobanê Ehmed Şêxo bang li hemû gelên herêma Firatê kir ku tev li meşê bibin û wiha got: "Em ê bi dengê xwe piştgiriya Efrînê bikin."

Dê gelên herêma Firatê ji bo Efrînê dakevin qadan
Dê gelên herêma Firatê ji bo Efrînê dakevin qadan
Dê gelên herêma Firatê ji bo Efrînê dakevin qadan
Dê gelên herêma Firatê ji bo Efrînê dakevin qadan
Dê gelên herêma Firatê ji bo Efrînê dakevin qadan
Dê gelên herêma Firatê ji bo Efrînê dakevin qadan
Dê gelên herêma Firatê ji bo Efrînê dakevin qadan
19 ÇILE, 2019   08:19

KOBANÊ

Di 20`ê Çileyê de (sibê) li ser asta herêma Firatê dê meşek ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê û şermazarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê were lidarxistin.

Meş dê li Kobanê, li Qada Jina Azad dest pê bike heta Qada Şehîd Ekîd berdewam dike. Meş li Qada Şehîd Ekîd vedigere mitîngê.

Li Kobanê pankartên “Dagirkeriya Tirk wêrankirin e, dagirkeriya Tirk kuştina jin û zarokan e û li hember dagirkeriyê serî hilde” hatin hildan.

Der barê mijarê de hevserokê TEV-DEM`ê yê Kobanê Ehmed Şêxo ku di komîteya amedekar a meşê de cih digire, axivî. Ehmed Şêxo got 20’ê Çileyê rojek reş e û wiha pê de çû: “Dagirkeriya Tirk darên Efrînê hilkişan û  jin û zarok kuşt. Ji itfaqa Rûsya û Tirkiye welatî bûn qurban.”

Ehmed Şêxo di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelên herêma Firatê kir ku tev li meşê bibin û wiha got: "Em ê bi dengê xwe piştgiriya Efrînê bikin."

(şm-hk/bm)

ANHA