Endamên Tev-Çandê li dijî dagirkirina Efrînê daketin qadan

Bi sedan endamên Tev-Çandê yên Efrînê û Şehbayê bi meşekê dagirkirina Efrînê şermezar kirin.

Endamên Tev-Çandê li dijî dagirkirina Efrînê daketin qadan
Endamên Tev-Çandê li dijî dagirkirina Efrînê daketin qadan
Endamên Tev-Çandê li dijî dagirkirina Efrînê daketin qadan
Endamên Tev-Çandê li dijî dagirkirina Efrînê daketin qadan
Endamên Tev-Çandê li dijî dagirkirina Efrînê daketin qadan
Endamên Tev-Çandê li dijî dagirkirina Efrînê daketin qadan
Endamên Tev-Çandê li dijî dagirkirina Efrînê daketin qadan
18 ÇILE, 2019   14:43

ŞEHBA

Li Şehbayê bi dirûşmeya "Efrîn ya me ye"bi sedan endamên Tevgera Çand û Hunera Demokratîk daketin qadan û dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê şermzar kirin.

Endamên Tevgera Civaka Demokratîk bi cil û bergên xwe yên filklorî li pêşiya navenda tevgerê ya li gundê Til Sosînê ya kantona Şehbayê dest bi meşê kirin. Di meşê de wêneyên sivîlên ku di êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên li ser herêma Efrînê hatibûn şehîdxistin, hatin hildan. Her wiha pankartên bi nivîsên "Sonda me em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û bi Rêber Apo re bi azad bijîn, ji bo rizgarkirina Efrînê bi piransîpên netewa demokratîk têkoşînê bikin, hûn nikarin roja me tarî bikin, berxwedan jiyana" hatibûn vekirin.

Me li rêya di navbera gundê Til Sosîn û Kampa Serdemê ji aliyê dehan şêniyên gund ve bi dirûşmeyan hate pêşwazîkirin.

Li vir jî ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Paşê Rêveberê Tevgera Çand û Hunerê ya Efrînê Henan Seydo axivî û got "Berxwedana gelê Efrînê di rûpelên dîrokê de hatin nîvisandin û li cîhanê deng veda. Armanc ji êrîşên li ser Efrînê çand û nasnameya gelê kurd asîmîle bike. Wekî Tevgera Çand û Hunerê em ê bi çalakiyên xwe yên çandî li hemberî polîtîkeyên dagirkeriya Tirkiyê bisekinin û çanda xwe biparêzin."

Li ser navê Tevgera Kevana Zêrîn rêvebera tevgerê Mizgîn Çûlaq jî axivî û êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li ser Efrînê û bêdengiya civaka navdewletî ji van binpêkirinan şermezar kir. Mizgîn anî ziman ku berxwedana wan berdewama heta vegerin Efrînê.

Her wiha bi navê Tevgera Çand û Hunerê daxuyanî ji aliyê rêvebera tevgerê Alaa Muslim ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Osmanî ya faşîzm bi armanca qirkirinê 20‘ê Çileya 2018‘an êrîşê kantona Efrînê ya bi ewle kir. Gelê me li hemberî teknîka herî pêşketî û balafiran 58 rojan berxwedaneke bê hempa nîşan da. Wekî tevgera Çand û Hunerê li kantona Şehbayê em ê dagirkirina Efrînê û guhertina demografîk şermezar dikin."

Meş bi xwendina stranan û dirûşmeyên silavkirina berxwedanê bi dawî bû.

ANHA