Hevjîn û zarokên şehîdan: Em ê li pêşiya dijmin bisekinin

Hevjîn û zarokên şehîdan ên bajarê Helebê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê şermezar kirin û wiha got: “Em ê bi dirûşmeya berxwedanê li pêşiya dijminahiya Tirkiyê bisekinin.”

Hevjîn û zarokên şehîdan: Em ê li pêşiya dijmin bisekinin
18 ÇILE, 2019   13:51

HELEB

Hevjîn û zarokên şehîdan ên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, bi boneya salvegera dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê û piştgiriya berxwedana hevseroka KCD’ê Leyla Guven, daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê hevjîna Şehîd Seydo, Sehir ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Em dijminahiya Tirkiyê ya li dijî demokratîkbûyîna Sûriyê şermezar dikin.

Sala çûyî li ser gelê Efrînê şerekî giran bi hemû cureyên çekên teknolojîk û balafiran dan meşandin. Gelê wê bi mezin, biçûk, kal û pîrên xwe berxwedaneke mezin a bi navê Berxwedana Serdemê kir.

Em wek hevjîn û zarokên şehîdan amade ne ku parastina bajar û axa xwe bikin û bi dirûşmeya berxwedanê li pêşiya wê bisekinin.

Em destwerdanên ji derve qebûl nakin, em ê herêmên xwe biparêzin û divê hemû pêkhate bibin yek û li pêşiya dagirkeriya çeteyan bisekinin.

Her wiha em silav li berxwedana Leyla Guven di zindanên Tirkiyê de dikin, di çarçoveya piştgiriya bi dozên rizgariya gelan, em bang li parlamenterên cîhanê dikin ku parastina Leyla Guven bikin û daxwaza wê ya ji bo azadkirina rêber Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bikin.

Di dawiyê de em kiryarên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser gelê Kurd şermezar dikin. Em teqez dikin ku tarîtiya zindanan, azadîxwazan ji rêya têkoşîn û berxwedanê qut nake.”

ANHA