`Werin em 20`ê Çileyê bikin roja piştgiriya bi Efrînê re`

Platforma Piştgiriya bi Efrînê re, di daxuyaniyekê de bang kir ku roja 20`ê Çileyê bikin roja piştgiriya bi Efrînê re, her wiha bang li NY`ê û hêzên navneteweyî kir ku li dijî dagirkeriya Tirk piştgiriyê bidin Efrînê.

`Werin em 20`ê Çileyê bikin roja piştgiriya bi Efrînê re`
18 ÇILE, 2019   12:36

NAVENDA NÛÇEYAN

Platforma Piştgiriya bi Efrînê re li paytexta Siwêdê Stockholmê, bi boneya salvegera dagirkeriya Tirk li ser kantona Efrînê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê cîgira berê ya Şaredariya Stockholmê Ana Margarete Lev ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi balafir, tank û hemû çekên giran êrîşî Efrînê kir û wiha hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker komkujiyên hovane birin ser gelê Kurd û pêkhateyên herêmê. Armanca vê êrîşê têkbirina ewlehiya herêmê û jiyana hevbeş bû. Hêzên YPG YPJ`ê 58 rojan li dijî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê destanên lehengiyê nivîsandin û jiyana bindest a di bin dagirkeriya Tirkiyê de qebûl nekir.”

Ana Margarete Lev bal kişand ser şêniyên Efrînê yên ku neçar man ji ber dagirkeriya Tirkiyê bajarê xwe bi cih bihêlin û wiha pê de çû: “Her wiha bi sedan zarok ji xwendina xwe qut bûn. Gef li nasname, çand û pêşeroja wan xwarin. Hêzên dagirker heta niha li Efrînê talankirin, revandin, kuştina zarokan û guhertina demografyaya Efrînê dewam dikin.”

Ana bertek nîşanî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û wiha axivî: “Dixwazin hemû herêên Sûriyê wekî Efrînê bikin. Bi planên xwe yên dijminahiya gelên herêmê serdema Osmaniyan ji nû ve vedijînin.”

Ana Margarete Lev di dawiyê de bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), kesên demokrat û hezkiriyên aştiyê kir û wiha got: “Li dijî dagirkeriya Tirk piştgiriya Efrînê bikin. Hemû cîhanê bikin qada berxwedan û têkoşîna li dijî dagirkeriyê. Bila berxwedan zextê li Tirkiyê bike da ku dagirkeriya xwe li Efrînê bi dawî bike.”

(jo/bm)

ANHA