Di êrîşa çeteyên dewleta Tirk de jinek û hevserê wê birîndar bûn

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundê Soxankê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê de jinek û hevserê wê birîndar bûn. Her wiha çavkaniyan ji gund diyar kir ku sivîl bûne hedefa topbaranê û zirar gihaştiye gelek malan.

18 ÇILE, 2019   13:24

EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku li gundê Kîmar ê navçeya Şêrawa bi cih bûne, bi tank û topên hewanê gundê Soxankê topbaran kir. Di encama topbaranê de jinek û hevjînê wê ku ji  gundê Soxankê ne, birîndar bûn. Jina 58 salî ya bi navê Nedîma ji serê xwe birîndar bû û hevjînê wê Elî Mamo yê 63 salî jî ji lingê xwe birîndar bûye.

Her du hevjîn ji bo tedawiyê rakirin Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê.

Her wiha di encama topbarê de zirarên madî di mal û erebeyên sivîlan de çêbûn.

Biryarê Elî Mamo ku bû şahidê topbaranê, wiha got: “Îro ji nişka ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên terorîst em topbaran kirin. Malên sivîlan bi awayekî yekser kirin hedef. Di encama wê de zirarên madî di malan de çêbûn. Mala birayê min bi ser wan de rûxiya û birayê min û hevjîna wî birîndar bûn.”

Kadroyên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Avrîn diyar kir ku rewşa birîndaran xeter e û dê wan di nexweşxaneyê de derman bikin.

Heta van kêliyan topbaran li ser gundê Soxankê yê navçeya Şêrawa didome.

(bx/bm)

ANHA