Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Malbatên Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
18 ÇILE, 2019   11:47

NAVENDA NÛÇEYAN

 Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo hevdîtinê bikin bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Polat Yildirim birayê Halîmî Yildirim, Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar û Sabîha Aslan xwişka Veysel Aktaş bi rêya parêzerên xwe ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan.