HRE’yê li Efrînê çalakî pêk anî

Hêzên Rizgariya Efrînê, li navçeya Cindirêsê ya Efrînê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de 2 jê leşkerên Tirk,7 dagirker bi giranî birîndar bûn.

HRE’yê li Efrînê çalakî pêk anî
18 ÇILE, 2019   11:40

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekî ragihand kul i navçeya Cindirêsê ya Efrînê çalakiyek pêk anîn. Di encam de 2 jê leşkerên Tirk 7 dagirker bi giranî birîndar bûn.

Daxuyanî wiha ye;

“Şervanên me li Efrîn û navçeyên wê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalakiyên bi bandor li dar dixin. Di vê çarçoveyê de;

Di17’ê Çileyê de şervanên me li navçeya Cindirêsê ya Efrînê li dijî baregeheke koma çete ya bi navê Ehrar El-Şam û leşkerên Tirk têde bûn, çalakiyeke li dar xistin. Di encama çalakiyê de 5 çeteyên koma Ehrar El-Şam û 2 leşkerên Tirk yên dagirker bi giranî birîndar bûn.”

(bm)