Dagirkeriya Tirk gundê Soxankê yê Efrînê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Soxankê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran dikin.

Dagirkeriya Tirk gundê Soxankê yê Efrînê topbaran dike
18 ÇILE, 2019   11:08

EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku li gundê Kîmar a navçeya Şêrawa bi cih bûne, gundê Soxankê ya navçeya Şêrawa bi tank û topban, topbaran dikin.

Heta niha çend top li gund û derdora wê ketine û tu agahî derbarê zeraran nektine destê me.

Topbaran heta van kêliyan jî didome.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku topbaran bi nêzîkbûna salvegera yekemîn a dagirkirina Efrînê, tê kirin.

(bx/bm)

ANHA