Li parka Minbicê pitikek hat dîtin

Hêzên Ewlehiya Hundrîn di saetên berbanga sibê de pitikek (zarokek biçûk) ku çendrojiye parka gitî ya Minbicê dîtin.

Li parka Minbicê pitikek hat dîtin
18 ÇILE, 2019   10:54

MINBIC

Dema ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewriye di nava bajarê Mibicê de diavêtin, nêzî parka giştî ya Minbicê pitikeke (zarokek çend rojî) dîtin. Pitik di nava betaniyekî de pêçayî bû.

Bi awayekî lezgîn Hêzên Ewlekariya Hundirîn bitik rakirin nexweşxaneya El- Furat a bajêr. Pitik di bin çavdêriya tenduristî de ye. Hat zanîn ku temenê pitikê çend roji ye.

Hêzên Ewlekariya Hudirîn lêpirsîn dan destpêkirin, ji bo ku bizanibin kî ew pitik avêtiye kolanê.

(ekîp)

ANHA