Rewşenbîrên Kobanê amadekariya konferansê dikin

Rewşenbîrên kantona Kobanê amadekariyên konfransa xwe ya sêyemîn dikin.

Rewşenbîrên Kobanê amadekariya konferansê dikin
18 ÇILE, 2019   10:49

KOBANÊ

Wekî hatiye plankirin sêyemîn konferansa Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê di 19‘ê vê mehê de li Navenda Çandê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê dê were lidarxistin.

Endamên Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê yên Kurd û Ereb, wek mêvan ji Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê û nûnerên saziyên sivîl ên kantona Kobanê dê beşdarî konferansê bibin.

Konferans bi slogana "Bi yekbûna pênûs û çekê em ê karibin xetereyan rakin" dê were lidarxistin. Di konferansê de dê rewşa siyasî, rêxistinî ya yekitiyê û bandora rewşenbîran li ser civakê li gel gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin nîqaşkirin.

Her wiha planên li gorî rewşê dê bên amadekirin. Ji bo yekrêziya refa rewşenbîran, ji bo bibin xwediyê bandoreke mezin li ser civakê û raya giştî ya cîhanê û bikarin xetereyan rakin, bi taybet gefên êrîşkirina Tirkiyê li ser herêmê, dê hewldanên rewşenbîran çêbin. 

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê di sala 2016`an de hat damezirandin û navê wê li hola Meclisa Zagonsaz a Kobanê hat ragihandin.

(dh)

ANHA