Hiqûqnas Mihemed Berkel: Tirkiye bi “herêma ewle” dixwaze El-Nusra derbasî Bakurê Sûriyê bibe

Girêdayî herêma ewle li Bakurê Sûriyê û îdiayên Tirkiyê ku dê çavdêriya herêmê bike, hiqûqnas Mihemed Berkel wiha got: "Navaroka herêma ewle ya li gorî timayên Tirkiyê, tê wateya ku çeteyên Cebhet El-Nusra derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin da ku ewlehiya wê biparêzin!"

Hiqûqnas Mihemed Berkel: Tirkiye bi “herêma ewle” dixwaze El-Nusra derbasî Bakurê Sûriyê bibe
18 ÇILE, 2019   09:11

ŞERÎF EL-EBO / MINBIC

Di van çend rojên dawîn de nîqaşa “herêma ewle” tê kirin. Serokê Amerîkayê Donald Trump got dê herêmeke ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê avakirin. Bêyî ku diyar bike kijan alî yan jî herêmên girêdayî mijarê çi ne, tenê diyar kir ku dê bi firehiya 32 km be.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî ku bi rêya telefonê bi hempîşeyê xwe re axivî, ragihand ku Tirkiye dê çavdêriya herêmê bike û got divê Washington desteka Enqereyê bike.

Girêdayî mijara “herêma ewle” û aliyên wê yên qanûnî hiqûqnas Mihemed Berkel ji ajansa me re axivî. Berkel destnîşan kir ku tiştekî bi navê ‘herêmên ewle’ di qanûnên navdewletî de tune ye.

Berkel wiha dest bi gotinên xwe kir: "Qanûnên navdewletî û her çar hevpaymanên ku li Cinêvê di sala 1949'an de hatine mohrkirin û heta protokolên girêdayî wî yên sala 1977'an tu tiştek bi navê herêmên ewle nehatiye bibîrxistin. Tenê herêma bêçek, korîdorên ewlehiyê û herêma ferzkirina firîna balafiran."

Di berdewama gotinên xwe de Berkel destnîşan kir ku herêma ewle qanûneke navdewletî ye. Di dema nakokiyan de di navbera du dewletan de yan jî du aliyên hundir bi armanca parastina sivîlan û dûrxistina wan ji herêmên nakok tê avakirin û korîdorên mirovî têne vekirin da ku alîkariyên mirovî bigihînin sivîlan.

Berkel diyar kir ku têgeha nû ya herêmên ewle ku Tirkiye pêşkêş dike, ne li gorî herêma ewle ya qanûna navdewletî ye. Her wiha destnîşan kir ku alozî li Sûriyê nakokiyeke Sûriyê ye û pêşkêşkirina Tirkiyê têgeha “herêma ewle” tê wateya ku Tirkiye mudaxeleya Sûriyê dike. Ev jî li gorî qanûnên navdewletî binpêkirina serdestiya Sûriyê ye û ji têgeha ‘herêmên ewle’ dûr dikeve.

Berkel nimûneya zindî ya têgeha Tirkiyê ya herêma ewle bi bîr xist û wiha got: "Tirkiye li gorî têgehên xwe herêmên ewle dixwaze. Herêmên ewle li bakur û rojavayê Sûriyê ji Cerablus heta Bab, Efrîn û Idlibê xwest. Lê li wan herêman nakokî bi dawî nebûn. Bi ser de jî Tirkiyê terorîstên radîkal anîn herêmê."

Berkel wiha pê de çû: "Di encama bûyerên revandina sivîlan û binpêkirinên çeteyan de ku Tirkiye desteka wan dike, ji berê pirtir nakokî, tevlihevî derketin û azarên welatiyan zêde bûn."

Berkel di dirêjahiya gotinên xwe de mînakên herêmên ewle di dîrokê de bi bîr xistin û wiha got: "Li gorî hevpeymana 4'an a Cinêvê ya sala 1949'an, ev herêm bê çek e û armanc jê ew e ku ewlehiya welatiyan were parastin û alîkarî ji wan re bê pêşkêşkirin. Mîna ku li Bosna û Hersekê ya sala 1949'an, ji bo parastina sivîlên Bosnayê ji şer. Herêma ku dema Sedam Hisên êrîşî Kurdên li bakurê Iraqê kiriye sala 1992’yan. Li herêmên ser sînor ji bo parastina sivîlan firîna balafiran hate qedexekirin."

Mihemed Berkel tekez kir ku têgeha Tirkiyê ji “herêma ewle”, dagirkirina herêmê ye û nayê wateya herêma ewle. Armanca Tirkiyê ji herêmê diyar e. Tirkiye bi îdiaya parastina sivîlan bi navê “herêma ewle” dixwaze mudaxeleya Sûriyê bike. Heta ku çeteyên Tirkiyê desteka wan dike têgîhiştina armanca Tirkiyê ya parastina ewlehiya xwe ya neteweyî. Ji ber ku Tirkiye Kurdan wek xetereyekê li ser ewlehiya xwe dibîne.

Berkel tekez kir ku têgeha Tirkiyê ya herêma ewle li gorî qanûnên navdewletî nayê qebûlkirin û ev tişt anî ziman: "Herêma ewle bêyî biryara Meclisa Ewlehiyê ne pêkan e. Herêma ku Tirkiye dixwaze ne li gorî hevpeymana Cinêvê ye.  Lê bê sedem dewletek serdestiya dewleteke din binpê bike, ev yek nayê qebûlkirin."

Berkel diyar kir ku di rewşa xwezayî de divê herêma ewle di navbera Kurd û Tirkan de be. Ji ber ku di dirêjahiya 7 salên şoreşê de û heta niha ji aliyê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve tu gule ber bi Tirkiyê ve nehatine avêtin. Jixwe Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmeke ewle ye.

Di nav gotinên xwe de Mihemed Berkel tekez kir ku ji civaka navdewletî tê xwestin ku li hember timayên Tirkiyê berpirsyariyên xwe bînin cih. Berkel navaroka herêma ewle ya li gorî têgeha Tirkiyê ya taybet û timayên wê wiha diyar kir: "Ev herêm tê wateya ku çeteyên Cebhet El-Nusra derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin da ku ewle bibe!"

Di dawiyê de Mihemed Berkel destnîşan kir ku dewletên ku mudaxeleya Sûriyê dikin ne rêxistinên mirovî ne, lê belê tenê li berjewendiyên xwe digerin. Pejirandina dewletan a herêma ewle bi têgeha Tirkiyê, tê wateya ku wan ji Tirkiyê re serî tewandiye. Lê eger ew dewlet herêma ewle bi têgeha xwe ya rastîn pêk bînin, dê hêrsbûna di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Tirkiyê de bi rêya derbasbûna hêzên navdewletî û avakirina noqteyan li ser sînor li gorî qanûnên navdewletî rawestîne.

(şx)

ANHA