Di eniyên Berxwedana Serdemê de serpêhatiya dayikekê

Dayika Emîna tevî dijwariya êrîşan li ser Efrînê li warê xwe ma û rêya têkoşînê pejirand. Dayika Emîna di eniyên pêş de de cih girt rexmî ku birîndar bû, lê berxwedana xwe domand.

Di eniyên Berxwedana Serdemê de serpêhatiya dayikekê
18 ÇILE, 2019   07:53

ŞERVÎN MUSTEFA –XANDÎ ELO / EFRÎN

Berxwedana Serdemê ya Efrînê ku 58 rojan domand, li cîhanê deng veda. Di berxwedana ku li hemberî balafir û têknîka pêşketî ya dagirkeran hate meşandin, hêz û piştgiriya gel bi şervanan re diyar kir.

Di berxwedanê de serpêhatiyên cuda yên şervan û malbatan derketin. Her serpêhatiyek di nava xwe de wateyeke cuda dide.  Ji wan serpêhatiyan, çîroka dayik û kurê wê ye ku li gundê Çeqela ya girêdayî navçeya Şiyê, piştgirî dan berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê.

Dayika Emîna Xelonik a 44 salî, dayîka sê zarokan e. Dayîka Emîna û zarokên wê hêza berxwedanê ji Hêzên Parastina Cewherî girtine. Dayika Emîna û kurê xwe yê mezin ku 25 saliye, çek hilgirtin û di gundê xwe de li kêleka şervanên di eniyên berxwedanê de, cih girtin.

Dayika Emîna Xelonik a 44 salî, ji gundê Çeqela navîn a navçeya Şiyê, ku nêzî sînorê Tirkiyê ye.

Dayika Emîna di nava zevî û darên zeytûnan de dixebitî, lê piştî ku li gundê wan komîn hatin avakirin, di nava komînê dest bi xebatê kir. Ji ber kesayeta wê ya bi hêz, gelê gund ew wekî hevseroka komînê hilbijart.

Dayika Emîna bi salan komîna gund bi rêve bir û bi şêniyan re komîteyên tenduristî, perwerde û hwd bi rêxistin kir. Bi vê yekê roleke mezin di fêrkirina zimanê dayikê û bikaranîna çekan de lîst.  Ji ber wê dema ku Erdogan dest bi gefên dagirkirina Efrînê kir, şêniyên navçeya Şiyê ji parastinê re amade bûn.

Dagirkeriya Tirkiyê, di 20‘ê Çileyê de êrîşî Efrînê kir û herêm xist çemberê. Hêzên li beramberî navçeya Şiyê, bi taybet Til Îzaayê ya li gundê Xelîlê kom kir û bi 8 tank û balafiran êrîşî birin ser gir.

Dayika Emîna li ser vê yekê dibêje: "Bi awayekî hovane êrîşî anîn ser gundê me, bi taybet gundê derdora Îzaayê, şervanan bersiva êrîşan dan, ruxmî dorpêça li ser girê Îzaayê û êrîşên bi  tank û balafiran şervanan bi qehremaniyek ku nayê wesifandin li ber xwe dan."

Emîna axaftina xwe wiha domand: “Gelê bi cesaret li ber xwe dan. Piştî gundê Xelîl û avahiya Îzaayê hatin dagirkirin, êdî hedefa wan gundê Çeqela  ya mezin, Çeqela navîn û ya biçûk bû. Şênî bi fikarbûn ku çete komkujiyan li ser zarokan pêk bînin, ji ber wê hinekan xwe li şikeftan, hinekan xwe li spartgehan girtin û hinekan jî zarokên xwe şandin navenda Efrînê. Lê min nedikarî gundê xwe û şervanan bihêlim, ji ber ez gelekî ji wan hez dikim, ez fikirim çawa li ber xwe bidin, min dihizirî dema ku em birevin, yan jî paşde vegerin wê demê me tiştek bi dest nexistiye."

Dayika Emîna berxwedana ku li gund meşandî wiha rave kir: “"3 zarokên min ên biçûk hebûn. Min hevjînê xwe îqna kir, zarok û hevjînê xwe şandin Efrînê, ez û kurê xwe yê mezin li gel şervanan li gund man. Dema çeteyan bi 8 tankan êrîşî Girê Îzaayê kirin, ango piştî çend rojan ji êrîşa bejahî û esmanî êdî şênî tirsiyan ku gund were dagirkirin û komkujî pêk werin. Şêniyên gund kom bûn û gazî min kirin. ez çûm hemû tevlihev bibûn, nema dizanîn çi bikin, bi taybet ji bo jin û zarokan. Hinekan gotin em ê ji gund derkevin, henekên din jî gotin çete nêzîk bûne heger em dernekevin em ê bimirin. Min li wan nêrî û bi şervanan fikirim û min got ez nikarim wan bihêlim, zarokên min bi xwe re bibin û biçin, ya min ez ê bimînim."

Dayika Emîna çîroka xwe ya berxwedanê wiha domand: "Min ji fermandarekî xwest çekeke klaşînkov bide ku ez xwe biparêzim û li gel şervanan şer bikim. Ji ber ku hin şervanan hene herêmê baş nas nakin, taybet yên ji Cizîrê, Kobanê û navçeyên din ên Efrînê. Dema çeteyan Girê Îzaayê dagir kirin hin ji şêniyan koçî Efrînê kirin û hinekan jî di şkeft û spartgehan de man. Çeteyan dest bi êrîşên li ser gundê Çeqela ya navîn kirin. Ez ji êrîşan neditirsiyam, min ji xwe re digot, em ê bêhêz nebin, em nakevin û têknaçin, encam çi bibe bila bibe em bi hêztir in.”

 Dayika Emîne diyar kir ku wê dixwest li eniyên pêş ên şer da kur ê û deverên parastî nîşanî şervanan bike ku karibin xwe ji êrîşên balafiran biparêzin û serpêhatiya xwe wiha domand: “Kurê min li gel tabûrên bi tevger ên li gundan û li dirêjahiya xeta sînorê navçeya Şiyê digeriya. Dema êrîş zêde dibûn ez û kurê xwe car diketin nîqaşê, ka dê kî bimîne û kî biçe eniyên şer. "

Dayika Emîna ku di komîteya parastinê ya komîna gund de fêrî bikaranîna çeke bûye, wiha qala berxwedana mil bi milê şervanan kir: “Piştî çeteyan gundên derdora gundê me dagir kirin, komeke şervanan ji bo çûyîna nuqteyên pêşî amadekariyên  xwe dikirin, fermandarê eniyê navê xwe Memyan bû ji min re negot ku ew ê biçin eniya pêş a gundê Çeqela ya mezin. Min rext û çeka xwe rakir û min da pey wan, fermandar xwest min paş de vegerîne, lê min jêre got dilê dayikê ji çiyan bi hêztir e û ez şervnan nahêlim."

Dayîka Emîna rêwîtiya ber bi gundê Çeqala ya mezin, dema ku rêyên hêsan nîşanî şervanan dikir bi bîr anî û wiha vegot: "Dema em gihaştin gund, me tu kes nedît, çete jî piştî şerê giran ê li gund derketibûn. Mal hemû hilweşiya bûn, hestekî zehmet bû ku em gundê xwe bi vî awayî bibînin. Em li gundê Çeqela yê mezin man heya komek nû ya şervanên jin hatin. Ewan jî amedekarî dikirin ku biçin nuqteyek din. Min xwest bi wan re biçim. Em ketin rêyeke hesan ta bighêjin nuqteyê. Em çûn cihekî li beramberî çeteyan, me gelek ji wan xistin."

Emîna wiha pê de çû: "Me cihê xwe guhert û daketin nuqteyeke din nêzî ya berê. Min dît li aliyê din erebeyeke çeteyan dihat me xwest li wan bidin, lê dema me cih guhert winda bûn me nizanî  bê bi kuve çûn. Em gihiştin malekî, di navbera me û çeteyan de odeyek heye. Ez û şervaneke din derketin ku rewşê bişopînin, me nas kir ku cihê me dixwest biçinê, çete ketibûnê."

Dayika Emîna destnîşan kir ku dema çete bi wan hesiyan xwestin wê esîr bigirin, çeteyan ew gulebaran kir û ew birîndar bû. Dayika Emîna fedekariya şervana jin dema ew xilas kir û bir cihê bi ewle bi bîr anî û wiha domand: “Şervana jin ez xilas kirim û birim aliyê din ê odeyê. Agahî da şervanan, min nexwest agahî bidin wan, ji bo netirsin û moralê wan bikeve.”

 Emîna serpêhatiye xwe wiha didomîne: "Ez hişyar bûm, nîv saetê ez tev birîna xwe meşiyam, heya em gihaştin nuqteya şervanan. Dema ez gihaştim kurê min jî ez wisa dîtim hema yekser bi şervanan re erebeyeke ambulansê peya kirin û ez birim nuqteya tenduristiyê. Tevgera li gund pir zehmet bibû. Ji ber ku çeteyan nuqteya tenduristiyê dişopandin. Piştre ez ji nuqteya tenduristiyê rakirim nexweşxaneya Avrîn a bajarê Efrînê.”

Dayika Emîna got ku xema wê ne ew bû birîna xwe derman bike, wê tene saxlemiya şervanan dixwest û wiha pê de çû: “Piştî çend rojan fermandarekî eniya ku ez lê bûm hat serdana min, pirsa min ya yekemîn rewşa şervanan bû, gelo hemû baş in, tiştek li kesekî hatiye, derbasî gund bûne an na, got hemû baş in, lê dilê min rihet nabe heta ku ez denge şervanan guhdar nekim.”

Gelek sivîlên gund heya dawiyê li rex şervanan berxwedana parastina gund kirin. Dayîka Emîna vê yekê bi bîr xist û wiha anî ziman: “Gelek sivîl şehîd bûn. Bi rastî me li ber xwe da, gel bi hemû hêz û derfeta xwe berxwedaneke mezin nîşan dan. Sivîlek hebû navê wî Mustefa bû, bi navê Şirtî dihat naskirin, ew û zarokên xwe man û erebeya xwe xist xizmeta şervanan, nedixwest ji gund derkeve. Yek din jî navê Heyder bû erebeyek wî hebû û cil li bazarên herêma Racoyê difirotin. Dema bihîst êrîş li ser navçeya Şiyê û gundên wê dijwar bûn her tişt hişt û berê da navçeyê."

Dayika Emîna dibêje, Heyder li gundê Çeqela ya navîn dema destek dida şervanan şehîd bû û Mustefayê Şirtî li gundê navçeya Şiyê dema ku li gel kurê Emîna diçû alîkariya şervanan di rê de bi fûzeyek a dagirkeran şehîd bû.”

Dayika Emîna şervan û şehîdan bi bîr anî û wiha got: “Şervanan ji min xwest ez vê dîrokê, şer û jiyana şervanan binivîsînim, ez ê daxwaza wan bi cih bînim da ku dîrok şahidê Berxwedana Serdemê be."

Kurê Emîna Henîf Bekir jî kêliyên berxwedanê hêza şervan û şehîdan bi bîr tîne û wiha dibêje: "Dayik şirîne û welat jî dayîka min e.”

Dayika Emîna ya birîndar û zarokên wê, wek bi hezaran şêniyên Efrînê teslîmkarî nepejirandin û di 16'yê Adarê, di rêya Çiyayê Ehlam de berê xwe dan kantona Şehbayê da ku li wir berxwedana xwe berdewam bikin.

Dayika Emîna niha li navçeya Ehdasê ya Şehbayê dibîne û wekî Hevseroka Komînê karê xwe berdewam dike.

(bb/bm)

ANHA