Hemo: Daxuyaniya El-Colanî dostaniya El-Nusra û Tirkiyê teqez kir

Endamê Meclisa Hevserokatiya MSD'ê Ferhad Hemo destnîşan kir ku daxuyaniya serçeteyê Cebhet El-Nusra ya “Em piştgiriyê didin êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê” dostaniya di navbera çeteyên El-Nusra û Tirkiyê de teqez dike.

Hemo: Daxuyaniya El-Colanî dostaniya El-Nusra û Tirkiyê teqez kir
18 ÇILE, 2019   09:26

SEYDO ÎBO - EHMED EL-KIMYAN / GIRÊ SPÎ

Di destpêka sala nû de li gundewarên Heleb, Idlib, Hema û Laziqiyê şer di navbera Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) û çeteyên din ên di wan herêman de derket. Di encamê de û li gel bêdengiya Tirkiyê li hember van rûdanan, çeteyên Tehrîr El-Şam serweriya xwe li herêmê berfireh kir. Ev serwerî li ser hesabê komên çete yên ku Tirkiye pişgiriya wan dike, pêk hat.

Endamê Hevserokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Ferhad Hemo daxuyaniya serçeteyê Heyet Tehrîr El- Şam Ebû Mihemed El-Colanî ku piştgiriya êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, nirxand û got daxuyaniya serçete Colanî hevalbendiya El-Nusra û Tirkiyê teqez dike.

Hemo diyar kir ku rûdanên ku li rojavayê Firatê rû didin, encama lihevkirina Tirkiye, Rûsya û Îranê ya hevpeymana Astanê ye û wiha got: “Her guhertinek ku di nexşe û serweriyan de pêk tê, encama wan lihevkirinan e. Dema mirov rola Tirkiyê di aloziya Sûriyê de bişopîne, dê mirov peywendiyên Cebhet El-Nusra, DAIŞ û Tirkiyê pir zelal bibîne. Di navbera wan de rewşeke aram dûrî pirsgirêk û nakokiyan hebû û rojekê tehdîta ewlehiya Tirkiyê nekir. Mîna ku niha Tirkiye bi wê hincetê dixwaze herêmên ku ji terorê hatine rizgarkirin, dagir bike.”

Hemo bal kişand ser bûyerên ku li herêmên Idlibê yên piştî ku Heyet Tehrîr El-Şam (El-Nusra ya berê) xistine bin serweriya xwe û diyar kir ku ew di radeya yekemîn de plana Tirkiyê ye.

Hemo girêdayî rewşa Idlibê ev tişt anî ziman: “Hebûna nuqteyên çavdêriya Tirkiyê nêzî herêmên ku şer lê rû dide, îsbata wê yekê ye ku ev plana Tirkiyê ye. Ev yek Tirkiyê aciz nake û mudaxeleya pêş de çûna El-Nusra jî nake.”

Ferhad Hemo destnîşan kir ku xetereya vê planê ew e ku Tirkiye dixwaze çeteyên ku ji Idlibê anîn Efrînê, rewabûnekê bide wan çeteyan ku wekî ne girêdayî terorîstên El-Nusra ne û wiha pê de çû: “Rûsya dixwaze Tirkiye komên çete yên li herêmên di bin serweriya Tirkiyê de biqewirîne. Bi vê rêbazê Tirkiyê dikare bibêje wê teror û çeteyên nerm ji hev du cuda kirine. Hemû rûdanên li rojavayê Firatê rû didin, encama lihevkirinên Astanayê di navbera dewletên mîsogerkar de ye.”

Hemo girêdayî peymana di navbera çeteyên Tehrîr El-Şam û Ehrar El-Şam de hatiye mohrkirin ku di encamê de wê komên çete ji gundewarên Idlibê ber bi Efrînê ve vekişin, wiha got: “Tirkiye dixwaze bi vê yekê demografyaya Efrînê biguherîne. Xeteriya plana Tirkiyê ji vir tê.”

Hemo da zanîn ku ev rûdan li gel tevgerên leşkerî, ferzkirina zimanê tirkî li ser şêniyên resen, dayîna nasnameyan û raberkirina milkên welatiyan ji malbatên çeteyan re tên.

Hemo têkildarî daxuyaniya serçeteyê Heyet Tehrîr El-Şam Ebû Mihemed El-Colanî ku piştgirî da êrîşên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wiha got: “Ev daxuyanî têkiliya El-Nursa û Tirkiyê teqez dike. Ew alî, hevalbendên Tirkiyê ne. Ji berjewendiya wan e ku şerê projeya me ya demokratîk bikin.”

(şx/bm)

ANHA