Şehîd Berxwedan, serhildêrek di rêya rastiyê de

Di her koşeyek û kolanek ji taxa Şêxmeqsûd a Helebê çîrokên berxwedana şervanên ku bi fedekariyên xwe li hember çeteyên dijminê biratiya gelan bûne bend, xêz kiriye. Wan têkoşeran bi xwîna xwe berxwedan li ser dîwaran neqişandine. Ji ber wê ye Şehîd Berxwedan navê berxwedana gel û hevalên xwe li xwe kiriye. Çîroka Şehîd Berxwedan, destanên zarokên şoreşa azadiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tîne bîra mirov.

Şehîd Berxwedan, serhildêrek di rêya rastiyê de
Şehîd Berxwedan, serhildêrek di rêya rastiyê de
Şehîd Berxwedan, serhildêrek di rêya rastiyê de
Şehîd Berxwedan, serhildêrek di rêya rastiyê de
Şehîd Berxwedan, serhildêrek di rêya rastiyê de
Şehîd Berxwedan, serhildêrek di rêya rastiyê de
Şehîd Berxwedan, serhildêrek di rêya rastiyê de
Şehîd Berxwedan, serhildêrek di rêya rastiyê de
Şehîd Berxwedan, serhildêrek di rêya rastiyê de
Şehîd Berxwedan, serhildêrek di rêya rastiyê de
Şehîd Berxwedan, serhildêrek di rêya rastiyê de
Şehîd Berxwedan, serhildêrek di rêya rastiyê de
Şehîd Berxwedan, serhildêrek di rêya rastiyê de
Şehîd Berxwedan, serhildêrek di rêya rastiyê de
Şehîd Berxwedan, serhildêrek di rêya rastiyê de
18 ÇILE, 2019   06:17

HENEN MIHEMDE/HELEB

Têkoşer Sefer Silêman bi nasnav Berxwedan Heleb ji gundê  yê girêdayî navçeya Şêrewayê ya Kantona Efrînê ye. Di sala 1978'an de li bajarê Helebê hatiye dinê. Sefer di nav malbatek  ku ji 12 endaman pêk tê û rewşa wê ya aborî baş e de mezin dibe. 

Berxwedan xwedî kesayetek dil pak, dilrehim, aşiqê  jiyanê û zarokan bû. Ji ber wê jî erka parastina jiyanek azad diwelatek azad hilgirt ser mile xwe.

Berxwedan zarokatiya xwe li taxa Şêxmeqsûd a Helebê derbas dike. Asta seretayî di dibistana Merwan Qeriqnawî bi dawî dike.de ya Ji ber ku ji kar hez dikir dest ji xwendinê ber dide û di firinek a li taxê de dest bi kar dike.

Berxwedan di sala 1998'an de, neçar dibe ku biçe leşkeriya artêşa Sûriyê. Leşkeriya wî di nîvê sala 2000'an de bi dawî dibe. Piştre bi keça xalê xwe re dizewice û dibe bavê 6 zarokên kur û keçek ê.

Di destpêka aloziya Sûriyê de kurê Şehîd Berxwedan ê Mezin Elî Silêman ji bo kar û alîkariya malbatê diçe Tirkiyê û paşê birayê wî yê biçûk Ehmed diçe gel wî.

Tevlîbûna  şoreşê

Şehadeta kurê xwişka Berxwedan ku şervanê Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû, bandorek mezin li malbatê dike. Di destêka dirûska şoreşa Sûriyê re di sala 2011’an de, Berxwedan tevlî çalakiyên berxwedanê dibe. Piştre jî tevlî hêza ku welat ji qirêja terorê rizgarkirî YPG’ê dibe. Berxwedan cihê xwe di nava parastina taxa xwe de digire û taxa xwe ji êrîşên dagirkeriyê diparêze. Berxwedan tevlî dewreyên leşkerî û siyasî dibe û girêdana wî bi fikra Ocalan zêde dibe. Hertim ev gotin digot: "Madem em di eniyan de li hember çeteyan disekinin û sînorên welatê xwe diparêzin, ez li ser mala xwe ya biçûk natirisim."

Berxwedan di gelek eniyên şer ên taxê de cih girtiye û kolana El-Muxabarat, El-Seken El-Şebabî, Eşrefiyê û cibênat El-Ermen a rojhilatê bajêr parastiye. Ruxmî ku berpirsyariya malbatê digirt ser xwe lê dîsa jî xwedî vînek azad bû. Ne tenê erka xwe wek şervan dianî cih lê belê di nav fermendarên pêşeng de rolek mezin dilîst.

Berxwedan di sala 2016'an di pêngava rizgarkirina Eşrefiyê de birîndar dibe û wî radikin nexweşxaneyê. Lê eşqa azadiya welat nahêle ew bi rihetî razê, kefiyekî li birîna xwe girêdide û dîsa vedigere çeperên şer, heta ku şer bi dawî dibe.

Gihaştina asta şehadetê

 Şervanê bi navê Mezlûm Heleb ê ku bi Şehîd Berxwedan re di heman şerî de birîndar bûyî, di derbarê Şehîd Berxwedan de wiha dibêje: “Dema Berxwedan gihaşt nexweşxaneyê piştî ku rewş hindekî aram bû Berxwedan ji min re got, ka em biçin noqteya şer da ku bi hevalên din re bajêr biparêzin. Piraniya axaftina wî bi şervana re girêdayî pêwîstiya hevgirtin li hember êrîşên çeteyan bû.”

Ruxmî ku hîn birînên baş nebibûn jî, nedikarî di nexweşxaneyê de bimîne. Di 5'ê Avrêla 2016'an de çeteyan di hemû aliyan de êrîşî taxê kir. Ji Nexweşxaneya Henan bigire heta eniyên El-Şiqeyfê. Di wê demê Berxwedan li rex şervanan disekine û di encama dijwarbûna topbaranê de, bi guleyek ku li serê wî dikeve birîndar dibe û pişte jî şehîd dibe.

 Hevjîna têkoşer Berxwedan Heleb, Kurdistan Elîko destnîşan kir ku navê hevserê xwe li kurekî xwe kiriye, da ku çeka bavê xwe hilîne û xeta wî ya ji bo parastina welat bidomîne.

Kurdistan girêdayî kiliyên şehadeta hevserê xwe wiha got: "Beriya ku Berxwedan şehîd bikeve, li min geriya û ji min xwest ku ez zarokan di odeyekê de li serê kolanê biparêzim. Bi vê yekê dilê wî rehet bû. Piştî ku telefona xwe girt bi deh deqan şer dijwar bû û obus mîna baranê li taxê bariyan. Piştî wê agahiya şehadeta wî bi rêya hevalekî wî ku pê re bû gihaşt min."

Kurê têkoşer Berxwedan, Ehmed Silêman tevlî refên YPG'ê bû û gotinên bavê xwe dema ku di heman eniyê de şer dikirin bi bîr anî û got: "Carekê ez û bavê xwe me li rex hev du di heman xendekî de şer dikir, ji min re got tu çi dikî bike lê xiyanetê neke."

Cenazeyê Şehîd Berxwedan di 6'ê Avrêla 2016'an de li goristana Refîq a gundê Metîna yê girêdayî navçeya Şera li Kantona Efrînê hate veşertin û li pey xwe jî mîretek ji berxwedan û têkoşînê ku nifşa nû ji xwe re bike mînake û hêzê bigire hişt.

(şx/bm)

ANHA