Şêniyên Dirbêsiyê: Em bi aram û ewle dijîn

Şêniyên Dirbêsiyê teqez kir ku ew di nav ewlehî û aramiyê de dijîn, ne wekî Tirkiye idîa dike ku gef li ser hene û pirs kirin ka gelo kî zilmê li gelê Bakurê Sûriyê dike?

Şêniyên Dirbêsiyê: Em bi aram û ewle dijîn
18 ÇILE, 2019   06:56

HESEKÊ

Nerazîbûnên hemwelatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gefên serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan zêde dibin.

Ajansa me ANHA‘yê nêrînên hemwelatiyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ya Bakurê Sûriyê girtin. Welatiyan teqez kir ku ew ê axa xwe ji êrîşan biparêzin.

Mihemed Yihya gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û wiha got: "Erdogan ji gotinên ‘ez ê werim şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji zilmê rizgar bikim’ têr nabe. Em jê re dibêjin em jiyaneke asayî li herêmên xwe yê ewle û aram dijîn, tu gef li ser me tune ne, tu xetere li ser me tune ne, ji bilî gefên te."

Mihemed Yihye pirs kir bê ka kî zilmê li gelê Bakurê Sûriyê dike û wiha got: "Erdogan her demekê bi hinceta parastina sînorên xwe gefên êrîşkirinê li Bakurê Sûriyê dixwe, lê dîrok şahid e ku hema yek kevir jî negihîştiye sînorên Tirkiyê, îdiayên Erdogan ji valahî û xeyalan tên."

Mihemed Umer destnîşan kir ku ew jiyana xwe bi asayî û ewle dijîn û wiha got: "Em guh nadin gefên Tirkiyê, ji ber ku em xwedî hêzeke leşkerî ne ku me biparêze."

Ferîd Şêxka jî da xuyakirin ku ew li herêmên bi xwîna şehîdan hatine rizgarkirin, dijîn û wiha got: "Ger em vegerin dîrokê, em dibînin ku gelên Rojhilata Navîn gelek zirar ji Osmaniyan dîtin û di sedsala nû de Tirkiye hewl dide sedema kalikên xwe vegerîne, ji ber vê yekê herêman dagir dike, hewldanên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Efrîn, Cerablus, Ezaz û Babê ji bo wêrankirinê ye."  

Şêxka teqez kir ku armanca Tirkiye ne herêma Bakur û Rojhilata Sûriyê ye, lê projeya wan dagirkirin û desteserkirina tevahî bajaran e.

Girêdayî mijarê Cîhan Îsê jî teqez kir ku gefên dewleta Tirk nikare vîna gelên herêmê bişikîne û wiha got: "Em ê li hember terorîstên êrîşî xaka me bikin, bisekinin."

(dh)

ANHA