ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-01-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-01-2019
18 ÇILE, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku bi armanca rizgarkirina Hecînê, ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şehîd Maşûq Qenas ê ku di "Şerê Tinekirina Terorê " de şehîd bibû li goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo oxir dikin, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Kobanê jî cenazeyê welatiyên sivîl Hemze Şiyar ê ji gundê Piling û Weyso Faris ê ji gundê Xirab Riz ku di teqîna roja çarşemê de li bajarê Minbicê şehîd bibûn vedişêrin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Çand û Hunerê ya kantona Kobanê bi armanca şermezarkirina dagirkirina Efrînê meşekê li dar dixe, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Malbatên şehîdên Helebê ji bo salvegera yekemîn a Berxwedana Serdemê û bi armanca piştgiriya çalakiya Leyla Guven daxuyaniyekê li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan dide, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Her koşeyek ji kolanên taxa Şêxmeqsûd a Helebê çîrokên berxwedana şervanan li hember çeteyên vedibêjin. Çîroka berxwedana Şehîd Berxwedan destanên zarên herêmê di şoreşa azadiyê de şoreşa gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tîne bîra mirov. (BI WÊNE).

-Şêniyên navçeya Dêrbêiyê diyar kirin ku ew bi ewlehî û aramî dijîn, ne wekî ku Erdogan îdia dike û gotin: "Çima zulmê li gelê Bakurê Sûriyê dike?" (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê bi sedan welatî kuştin, nêzî 3 hezar jî revandin. Çarenûsa 850 kesan ji wan ne diyar e. Berhemên çandiniyê yên zeytûn û tirî dizîn, jin revandin û dest avêtin wan. Dest avêtin milkên welatiyan û koçber kirin, demografyaya herêmê guhertin û çete û malbatên wan anîn herêmê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya navaçeya Girkê Legê sêyemîn Kongreya xwe li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Meclisa Hevserokatî ya MSD'ê Ferhad Hemo destnîşan kir ku daxuyaniyên serçeteyê Cebhet El-Nusra girêdayî desteka wan a êrîşên Tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têkiliyên dostanî di navbera çeteyan û Tirkiyê de îsbat dike. Hemo diyar kir hemû rûdanên li rojavayê Firatê rû didin, encama lihevkirinên Astanayê di navbera dewletên grantor de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Girêdayî herêma ewle li Bakurê Sûriyê û îdiayên Tirkiyê ku dê çavdêriya herêmê bike, Hiqûqnas Mihemed Berkel got: "Navaroka herêma ewle ya ku Tirkiyê dixwaze tê wateya ku çeteyên Cebhet El-Nusra derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin da ku ewlehiya wê biparêzin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Dayika Emîna tevî dijwariya êrîşan li ser Efrînê li warê xwe ma û rêya têkoşînê pejirand. Dayika Emîna di eniyên pêş de de cih girt rexmî ku birîndar dibe, lê berxwedana xwe domand. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Mihrîcana Jenyariya Tekane ya yekem li Rojava li navenda Mihemed Şêx ya bajarê Qamişlo di roja duyemîn de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê amadekariyên lidarxistina konferansa xwe ya sêyemîn dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Komîteya Çandiniyê stasyonên avê li gundê Riz ê gundewarê Dêrazorê ku ji ber kiryarên DAIŞ‘ê hatibûn rawestandin, ji nû ve xistin xizmetê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li gundekî biçûk û bêdeng apê Dîbo beriya 40 salan werşeyeke biçûk vekiye û pê debara jiyana xwe ji bicih tîne. Apê Dîbo ku temenê xwe 84 sal in hîna li ser karê xwe ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA