Gelê Hesekê şehîdên xwe spartin axê

Cenazeyê 6 şervanên QSD‘ê yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn bi merasîmekî girseyê li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê hatin veşartin.

Gelê Hesekê şehîdên xwe spartin axê
Gelê Hesekê şehîdên xwe spartin axê
Gelê Hesekê şehîdên xwe spartin axê
Gelê Hesekê şehîdên xwe spartin axê
Gelê Hesekê şehîdên xwe spartin axê
Gelê Hesekê şehîdên xwe spartin axê
Gelê Hesekê şehîdên xwe spartin axê
17 ÇILE, 2019   17:00

HESEKÊ

Şêniyan cenazeyên şervanên QSD‘ê Fewaz Cerad, Biling Nebo, Elî El-Ehmed, Ebdilsemed El-Xelef, Beşar El-Îs û Xelîl Xilêf yên di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibûn ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin, bi kerwanekî ji dehan wesayîtan berî dane goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destê pê kir, piştre Hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan Welîda Botî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û destnîşan kir ku, bi saya xwîna şehîdan jiyaneke bi aram hatiye afirandin û serkeftinên mezin hatin bi destxistin û got "Bi keda şehîdên ji hemû pêkhateyan û di bin sîwana Rêveberiya Xweser de me destkeftiyên mezin bidest xistin û bûne dozeke ku di qala navedewletî de tê behskirin."

Welîda di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser gefên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û anî ziman ku Tirkiyê hewl dide bi van gefan derbeyekê li jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêmê de bixîn.

Welîda Botî di dawiya axaftina xwe de banga xwedîderketina li destkeftiyên şehîdan kir.

Ji fermandarên YPG`ê Şiyar Hesekê destnîşan kir ku, hêza wan li ser soza xwe ye ya tinekirina terorê û tevahî çeteyên hewl didin îradeya gel bişîne. Her wiha Şiyar Hesekê anî ziman ku dagirkeriya Tirkiyê bi gefên xwe hewl dide DAIŞ‘ê li herêmên ji aliyê QSD‘ê ve hatine rizgarkirin geş bike.

Endama Meclîsa Malbata Şehîdan a Hesekê Rojda Ehemd nasnameyên şehîdan xwend û radestî malbatên wan kirin.

Cenazeyê şehîdan di nava diruşme û tilîliyên dayika hatin veşartin.

ANHA