Ciwanên Girkê Legê ji bo Leyla Guven meşiyan

Bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li navçeya Girkê Legê ji bo piştgiriya Leyla Guven meşiyan.

Ciwanên Girkê Legê ji bo Leyla Guven meşiyan
17 ÇILE, 2019   17:21

QAMIŞLO

Îro bi sedan endanêm Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya navçeya Girkê Legê li qada Şehîd Xebat kom bûn û meşek lidarxistin.

Ciwanan alên Tevgera Ciwan, Kongreya Star û pankartênê bi nivîsên 'Em ê qiyametê rakirin û serkeftinê misoger bikin', 'Bi pêşengtiya Leyla Guven em ê serî hildin û serkeftinê misoger bikin' hildan.

Tevî barana ya zêde, meşvanan ji qada Şehîd Xebat heya kolanên sereke û sûka navendî ya navçeyê meşiyan. Meşvanan sloganên şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di avêtin û berxwedana Leyla Guven silav kirin.

Meş li navenda bajêr rawestiya. Ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz hate girtin. Paşê daxuyeniyeke ji hêla Rêvebera Yekîtiya Jina Ciwan Êva Mihemed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de têkoşîna Leyla Guven hate silavkirin û hate gotin ku têkoşîna wan berdewam e heta azadiya Ocalan.

Her wiha bang li rêxistinên mirovî kirin ku zextê li Tirkiyê bikin da ku tecrîdê bi dawî bike.

Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Leyla Guven û Îmraliyê bi dawî bû.

(şx)

ANHA