Xwendekar û mamosteyên Efrînê li dijî dagirkeriyê meşiyan

Bi dirûşmeya 'Ji bo Efrînê îro serdema şoreşê ye' bi hezaran xwendekar û mamosteyên Efrînê ji bo şermezarkirina binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşiyan.

Xwendekar û mamosteyên Efrînê li dijî dagirkeriyê meşiyan
Xwendekar û mamosteyên Efrînê li dijî dagirkeriyê meşiyan
Xwendekar û mamosteyên Efrînê li dijî dagirkeriyê meşiyan
Xwendekar û mamosteyên Efrînê li dijî dagirkeriyê meşiyan
Xwendekar û mamosteyên Efrînê li dijî dagirkeriyê meşiyan
Xwendekar û mamosteyên Efrînê li dijî dagirkeriyê meşiyan
17 ÇILE, 2019   16:33

ARIF SILÊMAN-XANDÎ ELO / ŞEHBA

Bi armanca şermezarkirina gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina Efrînê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê meşek li dar xist. Bi hezaran xwendekar û mamoste tev li meşê bûn.

Meşvanan ji gundê Babnisê yê girêdayî navçeya Fafînê heta riya di navbera gundên Babnis û Til Şiîrê meşiyan.

Xwendekaran pankartên ku bi zimanên Kurdî û Erebî wekî 'Em li vir in', 'Em ji welatê xwe hez dikin', 'Min bêriya dibistana xwe kiriye', 'Em afirînerên jiyana nû ne', 'Efrîn ya me ye' hildan.

Meşvanan sloganên şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê û silavkirina Berxwedana Serdemê berz kirin.

Her wiha alên Tevgera Xwendekarên Demokratîk, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Meş li rêya di navbera gundên Babnis û Til Şiîr rawestiya û veguherî mitîngê. Li vir ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz hate girtin.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a herêma Efrînê Mamoste Dicle Weqes û bi zimanê Erebî ji aliyê mamoste Rîm Hisên ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Wekî gelê Kurd ji destpêka dîroka mirovahiyê ve em li ser axa mezopotamiya dijîn, beyî ku em kesekî biêşînin yan jî xaka yekî din dagir bikin. Têkîliyên me bi cîranan re têkîliyek tijî hezkirin û aştî bû. Em wekî gelê Kurd bi hemû nijad û gelên herêmê re di nav jiyanek hevpar de bûn û rojekê em ji dewletên hov netirisîn. Ji ber wê em bi têkoşîn û berxwedana xwe çanda xwe diparêzin.

Lê piştî ku dewletên cîran şerê Kurdan kirin û dijminahiyê gur kirin, êdî dîrok bi wêrankirin û binpêkirina mafên Kurdan tijî bû. Ew dewlet bi alîkariya kapîtalîzam zordar heta roja me ya îro mafên me binpê kirin . Di encamê de tevgera Kurd çalak bû û hewl da Kurdistanê azad bike. Di wê rêyê de gelê Kurd bi hezaran şehîdên berxwedêr dan. Ew berxwedana ku tevahiya cîhanê li ber bejna xwe tewandiye."

Rêgeza bingehîn a felsefeya Ocalan, azadiya pêkhate, bawerî û şerê kapîtelîzmê ye. Ciwanên Kurd li Rojava û Bakurê Sûriyê ji bo azadiya mirovahiyê û cîhanê ji terora DAIŞ'ê û hêzên terorîst têkoşiyan û li berxwe dan. Ev berxwedan berxwedan heq e û li ser asta cîhanê û navdewletê hate naskirin.

Tirk û çeteyên wê ku Efrînê dagirkirin ji aliyekî ve biratiya gelê Kurd îdia dikin û ji aliyekî din ve sivîlên Efrînê dikujin, direvînin û bac li hilberîna zeytûnê ferz dikin. Heta ku zimanê Tirkî wek zimanekî bingehîn di dibistanên Efrînê de anîne cih û sazî û navendên Efrînê bi zimanê Tirkî bi nav kirine. Bi deh hezaran şêniyên Efrînê dane koçberkirin. Niha jî tevî şert û mercên dijwar ên herêmê em li berxwe didin.'

Girêdayî mijarê meşvanan nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin. Mamosteya bi navê Henîfe Xelîl destnîşan kir ku artêşa Tirk dema êrîşî Efrînê kir, saziyên perwerdehiyê kirin hedef. Henîfa diyar kir ku dewleta Tirk bi vê yekê qirkirina çanda herêmê armanc dike.

Ji aliyê xwe ve xwendekarê bi navê Ehmed Reşîd teqez kir ku berxwedana wan a rizgarkirina Efrînê li Şehbayê jî berdewam e û wiha domand: "Em li vir di nav wêrabûnê de dixwînin. Lê em di berxwedan û têkoşînê de berdewam in. "

Meş bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina Berxwredana Serdemê bi dawî bû.

(şx)

ANHA