Meclisa Rêveber a Herêma Firatê civîna xwe ya salane li dar dixe

Meclisa Rêveber a Herêma Firatê li bajarê Kobanê dest bi civîna xwe ya salane kir.

Meclisa Rêveber a Herêma Firatê civîna xwe ya salane li dar dixe
17 ÇILE, 2019   10:30

KOBANÊ

Hevserok, rêveberên desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê tev li civînê bûn. Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê tê lidarxistin.

Endamên partiyên siyasî yên herêmê, bi dehan welatiyên Ermen, Ereb, Tirkmen û Kurd tev li civînê bûne. Kar û xebatên rêveberiyê yên salakê têne nirxandin.

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid îşaret bi keda mezin a welatiyan di avakirina projeya demokratîk de û avakirina bajarê xwe de kir. Paşê raporên her 14 desteyan (perwerde, hundirîn, karên derve, dad, ciwan û werzîş, parastin, jin, tenduristî, kar û barên civakî, rêveberiya şaredariyan, malbatên şehîdan, çandinî, darayî) hatin xwendin û kar û xebatên wan hatin nirxandin.

Her wiha hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mustefa Îto axivî û diyar kir ku dibe hindek kêmasî hebin, lê ev nayê wateya ku kar û xebat nehatine kirin, heta ku ji wan hat xebitîn lê dagirkirina Efrînê bandor li wan kir lê îradeya wan ji berdewamkirina kar û xebatê tu carî paşde neket û di hemû aliyan de xizmeta gel dikin.

Civîna Meclisa Rêveber a herêma Firatê didome.

26`ê Çileyê salvegera 6`mîn a ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokrtîk a Kantona Kobanê ye.

(bx)

ANHA