Meclisa Sivîl a Reqayê plansaziya xwe ya 2019’an eşkere kir

Meclisa Sivîl a Reqayê piştgiriya bi çandinî, tenduristî û perwerdeyê dixe destpêka plansaziya xwe ya sala 2019'an. Her wiha xebatên jinûveavakirina binesaziya bajêr ji bo pêşxistina rewşa civakî ya şêniyan didomîne.

Meclisa Sivîl a Reqayê plansaziya xwe ya 2019’an eşkere kir
Meclisa Sivîl a Reqayê plansaziya xwe ya 2019’an eşkere kir
Meclisa Sivîl a Reqayê plansaziya xwe ya 2019’an eşkere kir
17 ÇILE, 2019   10:44

XALID CUMA / REQA

Piştî Reqa ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo sererastkirina binesaziya bajêr û pêşxistina xebatên bingehîn, bi kedek mezin dixebite.

Girêdayî nirxandina xebatên meclisê yên sala 2018'an û plansaziya Meclisa Sivîl a Reqayê ya sala 2019'an, ajansa me hevpeyvînek li gel endamê Desteya Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê Munîr El-Xelef çêkir.

El-Xelef di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Dê di sala 2019'an de hemû beşên tenduristî, perwerdehî û çandinî baş bibin. Meclis dê bi hemû keda xwe bixebite da ku bedewiya bajêr mîna berê û jê xweşiktir vegerîne."

2018'an sala damezirandin û destkeftiyan bû

Munîr El-Xelef sala 2018'an bi sala destkeftiyan wesifand û wiha domand: "Li gel ku bajarê Reqayê bi giştî wêran bûbû, destekeftiyên ku Meclisa Sivîl a Reqayê piştî rizgarkirina bajêr ji DAIŞ'ê bi dest xistiye, destkeftiyên bêhempa ne. Meclisê kolan û taxên bajêr ji bermahiyên çeteyan paqij kirin."

El-Xelef destnîşan kir ku ji bo pêşkêşkirina xebatan, gelek şaredarî û meclis vekirine.

Meclisa Sivîl a Reqayê piştî rizgarkirina bajêr, rakirina bermahiyan û ji nû ve sazkirina warê perwerdehiyê xistibû plansaziya xwe ya 2018'an. Meclisê di sala 2018'an de 317 dibistanên ku 114 hezar xwendekaran pêşwazî dikin, vekirin. Her wiha bi vê mebestê 4 hezar û 350 mamoste ji hêla Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ve bi rêya dewreyên perwerdekirinê di betlaneya havînê de hatin amadekirin.

Plansaziya 2019’an

Girêdayî plansaziya Meclisa Sivîl a Reqayê ya sala 2019'an, El-Xelef da zanîn ku meclisê ji bo desteka warên perwerde, tenduristî û çandiniyê gelek planên xwe yên stratejîk hene.

El-Xelef diyar kir ku meclisê bêtir girîngî daye pêşxistina warê perwerdeyê. Ji ber wê dê dibistanên ku ji ber şer wêran bûne, sererast bikin. Şarezahiyên mamosteyan xurt bikin da ku nifşek zana dûrî şer û nezantiya dema DAIŞ'ê ava bikin.

Girêdayî warê çandiniyê El-Xelef ev tişt anî ziman: "Di sala borî de mewsîmên çandiniyê gelekî zirar dîtine. Lê îsal em ê desteka pêwîst ji cotkaran re ji tov, sererastkirina hilmij û qenayên avdanê bikin. Em soz didin cotkarên Reqayê dê mewsîma bê ji sala borî bêtir baş be."

Navendên nû yên tenduristiyê tên vekirin

Her wiha di warê tenduristiyê de hewldanên meclisê hene. El-Xelef destnîşan kir ku meclisê ji bo pêşxistina warê tenduristiyê dê xebatan bimeşînin û wiha pê de çû: "Me gelek noqte û navendên tenduristiyê li Reqa û gundewaran vekirin. Xebatên sererastkirina Nexweşxaneya Wetanî berdewam in. Ji bo pêşkêşkirina xebatên tenduristiyê ji şêniyên gundewaran re dê meclis gelek navendên tenduristiyê li gundewaran veke."

Di dirêjahiya gotinên xwe de El-Xelef bang li rêxistinên mirovî û civaka navdewletî kir ku desteka xwediyên malên ku bi temamî wêran bûne, bikin ji ber ku şêniyên Reqayê berdêla terora DAIŞ'ê daye û êdî nikarin malên xwe ji nû ve ava bikin.

Di dawiyê de Munîr El-Xelef tekez kir ku Meclisa Sivîl a Reqayê dê pêşkêşkirina xebatan ji şêniyên bajêr û gundewaran re bidomîne. El-Xelef bang li şêniyên Reqayê ku mişextî dewletên derve bûne, kir ku vegerin bajêr û tev li xebatên jinûveavakirinê bibin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Meclisa Sivîl a Reqayê di 18'ê Avrêla 2017'an de li navçeya Eyn Îsa hate avakirin. Meclisê bi 7 endamên damezirîner dest bi xebatê kir. Niha bi hezaran endamên wê yên xwedî tecrube û pispor ji şêniyên Reqa û gundewarên wê hene. Di komîteyên meclisê de her yek li gorî pisporiya xwe dixebite.

(şx/bm)

ANHA