Senatorê komarparêz: Amerîka dê çavên xwe ji kiryarên Tirkiyê yên li dijî Kurdan re negire

Senatorê amerîkî Jim Risch diyar kir ku Washington dê der barê kiryarên Tirkiyê yên li dijî Kurdan de bê deng nemîne.

Senatorê komarparêz: Amerîka dê çavên xwe ji kiryarên Tirkiyê yên li dijî Kurdan re negire
17 ÇILE, 2019   10:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Senatorê komarparêz Jim Risch ji BBC`yê re axivî û wiha got: “Di baweriya min de Tirk di têkiliyên xwe yên li gel Kurdan de ne baş in” û tekez kir ku Tirk hevkarên wan in, lê ew nikarin çavên xwe ji wan re bigirin eger ew kiryarên nebaş li dijî Kurdan bikin.

Li gorî BBC`yê daxuyaniyên Risch di demekê de tên ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan roja Sêşemê gotibû ku wan bi Amerîkayê re der barê herêma tampon a li bakurê Sûriyê de li hev kiriye.

Risch got armanca Washingtonê ya sereke li Sûriyê tunekirina DAIŞ`ê ye, her wiha metirsiyên Tirkiyê yên der barê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de jî rexne kirin.

Ev daxuyaniyên Risch ên mîna ku ew ê çavên xwe ji êrîşên Tirkiyê re negirin, diyar dike ku mijara herêma tampon ne bûye biryara dawîn.

(k)