Êlên Holê: Em amade ne li dijî dewleta Tirk bisekinin

Rûspiyên êlên Ereb ên Holê destnîşan kir ku ew amade ne li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin û bang li rejîma Sûriyê kir ku bi QSD`ê re koordîneyê bike.

Êlên Holê: Em amade ne li dijî dewleta Tirk bisekinin
17 ÇILE, 2019   08:55

NISRÎN ELÎ/  HESEKÊ

Şermezarkirinên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gefên Tirkiyê zêde dibin. Rûspiyên êlên Ereb ên bajarê Holê nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin û redkirina dagirkirina Tirkiyê ji herêmê re rave kir.

Rûspiyê êla El-Mûhîb Ehmed Hesen diyar kir ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd dane û di heman xendekê de şerê çeteyên DAIŞê kiriye. Her wiha destnîşan kir ku ji bo gel û xaka welat biparêzin dê rê nedin Tirkiyê ku herêmê dagir bike û nahêlin xwîna şehîdan vala biçe.

Hisên bang li rejîma Sûriyê kir ku helwesteke cidî li hember dagirkeriya Tirk nîşan bide, ax û gelê  Sûriyê biparêze û ji erkên xwe nereve.

Ji aliyê xwe ve rûspiyê êla El-Cebûr Esed Sultan Milhêm destwerdana dagirkeriya Tirk li Bakurê Sûriyê şermezar kir û diyar kir ku armanca dagirkeriyê ew e ku pêkhateyên Sûriyê ji hev dûr bixin.

Milhêm teqez kir bi saya hêzên QSD`ê hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin. QSD'ê ji hemû pêkhateyên herêmê yên Ereb, Kurd û Suryan pêk tê, ev jî yekitî û hevgirtina  gelê Sûriyê îfade dike. Her wiha îsbata ku hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin navê Hêzên Sûriya Demokratîk de kar dikin.

Milhêm amadebûna êlên Ereb ji bo sekinandina li dijî dagirkeriya Tirk wiha rave kir: "Ger dagirkeriya Tirk êrîşî axa me bike, em hemû rûspiyên êlên Ereb amade ne li dijî dagirkeriyê bisekinin û axa xwe biparêzin."

Her wiha Esed Sultan Milhêm pêwîstiya yekitiya gelê Sûriyê û sekinandina hêzên rejîma Sûriyê li rex QSD`ê li dijî mudaxeleya Tirkiyê di xaka Sûriyê de destnîşan kir.

(dh)

ANHA