Xwediyê Xwaringeha Qesir: Sivîl kirin hedef

Xwediyê Xwaringeha Qesir El-Umraa Salih El-Yusif got di teqînê de sivîlên Minbicê kirin hedef û armanca êrîşkaran ew e ku metirsiyê bixin nava gel.

Xwediyê Xwaringeha Qesir: Sivîl kirin hedef
17 ÇILE, 2019   08:41

SELWA EBDULREHMAN / MINBIC

Çeteyên DAIŞ`ê teqîna li Minbicê ya ku li hember Xwaringeha Qisir El-Umraa li kolana Sindis pêk hat, girt ser xwe.

Xwediyê xwaringehê Salih El-Yusif ji ajansa me re axivî û diyar kir ku armaca teqînê ew e ku tirsê bixin nava gelê Minbicê.

El-Yusif wiha got: "Li Minbicê ewlehî heye, dixwazin tirsê bixin dilê sivîlan. Em hewl didin bi şev û roj pêdiviyên xwe yên rojane peyda bikin lê teror me hedef digire."

Salih El-Yusif li ser teqînê wiha got: "Xwekuj li pêşiya deriyê xwaringehê, di nava sivîlan de xwe teqand. Teqîn ji nişka ve rû da, me nedizanî çi bû, lê min dizanibû ku teqîn li pêşiya xwaringehê di nava sivîlan de pêk hat. Dema ku ez hatim ser hişê xwe, min dît agir bi derdorê ketiye û cenazeyên sivîlan li erdê ne."

(jo/bm)

ANHA